Pirtûka ‘Li Kurdistanê pirsgirêka kesayetiyê’ bi Elmanî hat çapkirin

  • 12:56 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji nirxandin û analîzan pêk tê ya bi navê; "Li Kurdistanê pirsgirêka kesayetiyê, kesayetiya mîlîtanî û jiyana partiyê" bi zimanê Elmanî hate çapkirin.
 
Weşanxaneya Meyman Pirtûka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya ji nirxandin û analîzan pêk tê ya bi navê; "Li Kurdistanê pirsgirêka kesayetiyê, kesayetiya mîlîtanî û jiyana partiyê" bi zimanê Elmanî amade kir. Pirtûk beriya niha di sala 1985’an de bi zimanê Tirkî hatibû çapkirin. 
 
Pirtûk ji 441 rûpelan pêk tê û di pirtûkê de mijara sereke pirsgirêka kesayetiyê ye. Pırtûk bi awayekî berfireh li ser mijarên weke veguherîna kesayetiyê ya kadroyên PKK’ê yên ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatine analîzkirin û nîqaşên modela jiyana nû disekine.
 
Bi saya vê berhemê xwîner bi awayekî berfireh hem dikarin zehmetiyên salên ewil ên Tevgera Azadiyê û hem jî veguherîna li dora têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê pêşketî bibînin. Pirtûka ku rênîşanderiya roja îroyîn jî dike, bi awayekî berfireh cih dide nîqaşên kesayetiya alternatîf û modela jiyana nû.
 
Xwîner dikarin li ser malpera pirtukxane.net pirtûkê temîn bikin. 
 
Her wiha xwîner dikarin di Festîvala Çanda Kurdî ya ku wê di 21’ê Îlonê de li Frankfurtê were lidaxistin û li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk jî rasterast temîn bikin.