Bûyerên tûndiya li dij jinan: Di 6 mehan de 327 bûyerên destdirêjî û tûndiyê

  • 11:51 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, di nava 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjiya zayendî û tundiyê li Iraqê çêbûne.
 
Beşa Bûyerên Zayendî ya di beşa Bijîşkî ya Dadweriya Iraqê de, daneyên destdirêjiyên zayendî yên di 6 mehên borî yên sala 2024’an de belav kir.
 
Li gorî raporê, ji serê salê heya meha 6 ya Hezîranê, 421 bûyerên destdirêjiya zayendî û tundiyê hatine qeydkirin. Di heman raporê de tê gotin ku ji vê hejmarê 327 bûyer dijî jinan çêbûne.
 
Li gorî daneyên Navenda Stratejî ya Mafê Mirovan jî, di nava du salên borî û 6 mehên îsal de, li dadgehên Iraqê 53 hezar û 889 giliyên tundiyên malbatê hatine qeydkirin. Li gorî heman çavkaniyê 13 hezar û 857 gilî îsal hatine kirin, herwiha 18 hezar û 436 gilî jî di sala 2023’yan de û 21 hezar û 585 gilî jî di sala 2022’yan de hatine qeyd kirin.
 
Hêjayî gotinê ye di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev yasaya were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Her wisa bi sererastkirina vê yasayê wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.