Jinan li dijî Talîbanê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin

  • 11:24 4 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên parêzvanên mafan kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin û bang li civaka navnetewî kirin ku ji bo li Efganistana ku dibin kontrola Talîban de mafê jinên hê zêdetir neyê binpêkirin bikevin nava tevgerê.
 
Komek aktivîstên jin ên Îspanyol, kampanayayek ya îmzeyê ji bo Dadgeha Ceza ya Navenetewî (UCM) muameleya Talîbanê li beramberî jin û zarokan weke ‘sûcek li dijî mirovî’ bi nav bike da destpêkirin.
 
Di çarçoveya kampanyayê de hezar îmze hate komkirin. Di nava ên ku îmze avêtin de rojnameger, parlementer, profesor, parêzer û di heman demê de jinên ku di komeleyên navnetewî de di xebitin hene. 
 
‘Mafê bingehîn ên jinên Efgan tê binpêkirin’
 
Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Weke jinên li her cihê cîhanê, di qad û pîşeyên cuda de ku em xwedî gotin in, em matmayî ne û ji bo piştevaniya ji bo jin û zarokên Efganistanê re em dixwazin dengê xwe bilind bikin.” Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku jinên Efganistanê rastî zext, tundî û tacîza ku mafê herî bingehîn ên jinan binpê dikin tên û dibin rejîma zextê dene û mûameleya Talîbanê li beramberî jinan li gora madeya 7’ an a rêzikname Roma bi eşkere sûcê li dijî mirovahiyê ye û li ser daxwaza Raportorê NY divê weke cudakariya zayendî were naskirin. Di daxwaznameyê de bang hate kirin ku divê Dadgeha Cezayê Navnetewî, mûameleya Talîbanê li beramberî jinan weke sûcê li dijî mirovahiyê bi nav bike û ji berpirsan hesab bixwaze. Bang li hikumeta Îspanyol û civaka navnetewî kir ku ji bo pêşîlêgirtina binpêkirina mafê jinên li Efganistanê dibin kontrola Talîban de bikevin tevgerê.