Ji ber nerazîbûnan, guhertina Zagona Rewşa Kesane hat taloqkirin

  • 10:34 4 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duh Parlementoya Iraqê civiya, dihat payîn ku di rûniştina dûyem li ser pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bê kirin. Lê ji ber nerazîbûnên beşek ji parlementerên Sune, Kurd û Şie civîn hate taloqkirin.
 
Duh parlementoya Iraqê civiya, biryar bû rûniştina dûyem ya civînê derbarê pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 ya 1959’a ya Iraqê bê kirin. Lê beşek ji parlementerên Sune, Kurd û Şie li dijî guhertina yasayê derketin. Ji ber vê civîna parlementoyê temam nebû û civîn ji bo demek nediyar hate taloqkirin.
 
Ev dû mehe pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê di rojevê de ye. Li çalakî û nerazîbûnên dijî guhertina zagonê  herku diçe zêde dibe.
 
Di 4’ê Tebaxê de li Parlamentoya Iraqê xwendina yekemîn ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’an a Iraqê hat kirin. Li gorî nêrîna pisporan ger ev zagon were guhertin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir werin binpêkirin. Her wiha wê bi vê guhertinê di dema hevberdana jin û mêr de, mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Her wiha bi guhertina vê zagonê re wê rê li zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vebe, zewac ji derveyî fermiyetê be.