Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li ber dibistanan belavokan belav bike

  • 14:40 6 Îlon 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Patiyê dê di 8'ê Îlonê de li Artvînê bi jinên çayê kom dikin re bê gel hev û di 9'ê Îlonê de jî li ber dibistanan belavokan belav bike.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiyên xwe yên di rojên pêş de diyar kirin. Meclis di 8'ê Îlonê de dê di çarçoveya kampanya ku daye destpêkirin a bi dirûşma "Em di jiyana azad  û wekhev de bi israrin û li dijî xizaniyê ne" li Artvînê bi jinên kedkarên komkirina çayê re di pêşengiya Berdevka Meclisa Jinê a DEM Partiyê Halîde Turkoglu de bê gel hev û pirsgirêkên jinan gudarî bikin.
 
Li 10 bajaran hemwext dê belavok bên belavkirin
 
9'ê Îlonê roja Duşemê ku roja destpêka perwerdê ye jî dê ji bo perwerdeyeke wekhev, bê pere û bi zimanê dayikê li 10 bajaran hemwext li ber dibistanan belavokan belav bike.