Li meclîsê êrişa parlamenterê AKP'ê

  • 16:18 16 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Di rûniştina Meclisê ya Can Atalay de AKP’î êrişî parlamenterên muxalefetê kirin. Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît ji biriya xwe birîndar bû. 
 
Lijneya Giştî ya Meclisê bi daxwaza partiyên muxalefetê bi rojava Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye xespkirin, awarte civîya. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel tev li rûniştinê bûn. 
 
Rûniştinê, Serokê Meclisê Bekîr Bozdag bi rê ve bir û ewilî mafê axaftinê da Parlamenterê Partiya Karkeran ê Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik. Ahmet ji kursiya Meclisê berteka xwe bi gotina “Ji ber hûn ji her kesê ne ji we bin re dibêjin ‘terorîst’ ji Can Atalay re jî dibêjin terorîst. Em qet bi vê gotina we şaş neman” nîşnan da.  
 
Bi ser van gotinên hatine kirin, Serokwekîlê Meclisê Bekîr Bozdag navber da rûniştina. Ahmet piştî navberê jî heman gotinan dubare kir. Bi ser vê yekê careke din navber hate dayîn. 
 
Di vê kêliyê de Alpay Ozalan ê AKP’î êrişî Şik kir. Serokwekîla DEM Partiyî Gulistan Kiliç Koçyigît a xwestiye têkeve navberê ji biriya xwe birîndar bû.