Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hûn e li ber vîna jinan têk biçin!

  • 11:43 14 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partî, derbarê îstîfaya hevşaredaran de daxuyaniyek da û got: "Ev yek tê wateya êrişên li hemberî pergala hevserokatiyê. Em bang li kesên ku li dijî pergalê derdikevin dikin û dibêjin hûn ê li ber vîna jinan têk biçin."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê îstîfayên hevşaredarê Avkevir a Agirîyê, Bêrecûka Rihayê û bajaroka Aviskê ya Qûbîna Êlihê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Kesên ku li Bêrecûk û Avkevirê bûn hevşaredar, ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî li dijî keda gel û jinan ji partiya me îstifa kirin. Îstîfa êrişên li dijî paradîgmaya me ya azadîxwaz, demokratîk û wekhev a jinan e ku di pêşengiya jinan de hatiye avakirin. Em dizanin ku êrişên li ser pergala hevserokatiya me û pergala nûnertiya wekhev pêk hatiye.
 
Em bi pergala sîstema hevserokatiyê; Em ê îradeya jinan di hemû qadên jiyanê de bi hêz bikin, bi tevahî tevlîbûna wan a di pêvajoyên rêveberiya bajêr de bimeşînin û feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk belav bikin. Li dijî êrişên li ser polîtîkayên xwe yên li ser bingeha hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev, azadiya jinê, civaka beşdar, piralî, demokratîk û ekolojîk ku bi ked û bedelên mezin me pêk aniye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Kesê ku rêgezên desthilatdariya partiya me red bike û li ser soza xwe nesekine, nikare ne bi jinan û ne jî bi vî gelî re bimeşe. Çawa ku em destûrê nadin qeyûman, em ê rê nedin nêzîkatiya serdest a mêr. Şaredariyên Bêrecûk û Avkevir vîna jin, ciwan û gel e. Em bang li kesên li dijî vê îradeyê disekinin dikin; hûn ê li ber vîna jinan têk biçin."