Tulay Hatimogullari bi jinan re hat gel hevdu

  • 14:45 7 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
ÎDIR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûlllari li Îdirê serdana jinên karker kir û diyar kir ku Tirkiye tevî ku welatê çandiniyê û sewalkariyê ye jî ji ber polîtîkayên desthilatdariyê mirov nikarin debara xwe bikin. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari  di çarçoveya kampnyaya “Nan û Edaletê” de li bajarê Îdirê beşdarî hin rêzeçalakiyan bû. Hatimogûllari û şandeya pê rew ewilî li taxa Hakveyîs serdana jinên li zeviyan dixebitîn kir û li gilî û gazinên wan guhdar kir. 
 
Jinên karker ku li zeviyên sebzeyan dixebitin hêrsa xwe li dijî krîza aborî anîn ziman û tevî hewaya germ jî rojê 400 lîre yewmiye werdigirin. Jinan got ku ew nikarin debara xwe bikin û rewşa welat her ku diçe ber bi xerabûnê ve diçe û ew hatine wî halî ku nikarin zikê xwe têr bikin. 
 
Xwediyên zeviyan jî dan zanîn ku sebzeyên wan pere nakin û ew zirarê dikin û hilberînên wan di nava zeviyan de dimînin. 
 
'Rê li ber feqîriyek pir mezin vekiriye’ 
 
Tulay jî li vir axivî û destnîşan kir ku armanca van hevdîtinên wan ên Nan û Edaletê jî ew e ku pirsgirêkên karkeran bê dîtin û çareseriyê ji wan re bibînin û got: “Vê desthilatdariyê wisa kiriye ku ne xwediyên zeviyan ne jî karker nikarin qezenc bikin. Destilatdariyê li vî welatî cotkariyê qedandiye. Rê li ber feqîriyek pir mezin vekiriye. Ji bo em jî li dijî vê feqîriyê têbikoşin, me vê xebatê daye destpêkirin û em li kolan û qadan e.” 
 
Jinan pirsgirêkên xwe anîn ziman
 
Tulay û şandeya xwe paşê jî çûn zozanên Korhanê û serdana bêrîvanan kir. Bêrîvanan bi dilgermî şandeyê pêşwazî kirin. Tulay li pirsgirêk û tengezariyên bêrîvanan guhdar kir. Ji sewalkaran Mehmet Kol axivî û got ew bi pêvajoyek dijwar re rû bi rû ne û xwest tengezariyên wan bên çareserkirin. 
 
Bêrîvanan jî gilî û gazinên xwe û rewşa ew têde ne ji Hatimogûllari re anîn ziman. Bêrîvanekê da zanîn ku keda jinan nayê dîtin û ew nikare pirtûkan bikire û bi zarokên xwe bide xwendin. Li ser vê yekê Hatimogûllari ji rêveberên partiya xwe ya Îdirê xwest ku pirtûkan ji bêrîvanan re bişîne. 
 
‘Qesra Erdogan nizane ka birçîbûn û rewşa karkeran çawa ye’ 
 
Tulay destnîşan kir ku Tirkiye yek ji welatên çandiniyê û sewalkariyê ye lê belê di salên dawî de mirov ji ber birçîbûnê û feqîriyê nikarin debara xwe bikin û got: “Qesra Erdogan nizane ka birçîbûn û rewşa karkeran çawa ye. Qesr ji tengezariya xelkê fam nake. Em dixwazin mirovan ji vê rewşê rizgar bikin. Em çandiniyê û sewalkariyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê di astek jiyanî de dibînin. Divê raya giştî û gel li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê mil bidin milê hev û têbikoşin. Em ê jî di vî warî de her cure hewldanê ji bo cotkar û sewalkaran bikin.” 
 
Tulay piştî serdana bêrîvanan çû fabrîkayek tesktîlê û bi xebatkaran re hat cem hev. Tulay li vir jî li pirsgirêkên xebatkaran guhdar kir.