Çîgdem Kiliçgun Uçar: Dirûşma Bijî Serok Apo heqîqet e

  • 14:30 4 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
DÎLOK - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pir girîng e.” Her Çigdemê got:"Dirûşma Bijî Serok Apo heqîqet e."
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dîlokê li eywaneke dawetan a li navçeya navendî ya Alebanê bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve” 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Li eywana kongreyê pankarta “Denîz Poyraz rûmeta me ye” ku wêneyê xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin li ser, hatibû daliqandin. 
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, ji ewil bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê tên kirin û wiha got: “PDK bi AKP’ê re hevkariyê dike. Îktîdara AKP-MHP’ê di mijara pirsgirêka kurd de tercîhek kir. Gelê kurd ev sed sal in li dijî mejiyê dibêje ‘pirsgirêka kurd çareser nabe’ li ser pêya ye. Kurdistan piştî şerên qewimîn kirin çar parçe û li her çar parçeyan gelê kurd rastî polîtîkayên pişaftin û zextê tê. Divê gelê kurd li dijî vê rewşê yekitiya xwe ya neteweyî ragihîne.”
 
'Em ê dev ji nirxên xwe bernedin’
 
Bi domdarî Çîgdem êrişa DAIŞ’ê ya di 20’ê tebaxa 2016’an de li Dîlokê li dijî dawetekê pêk anî û 57 kes qetilkirî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Duh, salvegera Komkujiya Şengalê bû. Li pêş çavên hemû cîhanê li dijî êzidiyan qirkirin pêk anîn. Kurdan, cîhan ji barbariya DAIŞ’ê xelas kirin lê AKP-MHP dixwaze wan dîsa biafirîne. Di êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de ev çeteye tên bikaranîn. AKP-MHP hewl didin Kurdistanê bi destê DAIŞ’ê bixin bin kontrola xwe. Lê çi bikin jî em ê dev ji nirxên xwe bernedin.” 
 
'Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de pirsgirêka kurd heye’ 
 
Çîgdem, anî ziman ku di hilbijartinên dawî de li Kurdistanê ne tenê şaredarî bi dest xistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me bersiv da polîtîkayên şer û tecrîdê. Şaredarî ne tenê cihên xizmetê ne, di heman demê de cihê dîrok lê tê nivîsandin û bi îro dike yek e. Lewma qeyûman tayîn dikin. Paradîgmaya me ne tenê li Rojhilata Navîn, ji her devera cîhanê re dibe mînak. Hêzên hegemon jê ditirsin. Em ê jiyana hevpar a li Rojava aj dayî li her deverê zindî bikin. Nekarin bi plana têkbirinê, qeyûm û şer avadaniya civaka Kurdistanê têk bibin. Hêzên ewlekariyê yên di dema çalakiyê de li ser pankartên me bi hûr û kûr lêgerînê dikin, destûrê didin ku tiryak li bajarên me belav bibe. Daxwaza her kesî, Tirkiyeyeke bêyî AKP-MHP’ê ye. Di bingeha hemû pirsgirêkên niha de pirsgirêka kurd heye.” 
 
'Çi bikin jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqetek e’
 
Di berdewamê de Çîgdem bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev 41 meh in tu agahî jê nayên girtin. Azdaiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pir girîng e. Pêdiviya îktîdarê bi birêz Ocalan heye. Deriyên Îmraliyê vekin. Bandora birêz Ocalan li ser gelên Tirkiyeyê heye. Li hêla din îktîdara AKP’ê ji nivîsên ‘Pêşî Peya’ ya ku şaredariyên me li kolanan nivîsandiye ditirse. Ma hûn ji çi dirisin? Êrişî govendên kurdan û dirûşman dikin. Hewl didin wan krîmînalîze bikin. Çi bikin jî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ heqîqetek e. Ew çi bikin jî dirûşma aştiyê ‘Bijî Serok Apo’ ye û em ê her berz bikin.” 
 
Dema Çîgdem behsa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikir, gelek caran axaftina wê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qutkirin. 
 
Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û Candan Yavuzer û Mehmet Ozkan weke Hevserokên DBP’ê yên Dîlokê hatin hilbijartin. 
 
Kongre, bi gerandina govenda li ber stranên kurdî bi dawî bû.