Kampanyaya jinan a 6 mehan çi îfade dike?

  • 09:02 2 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu naveroka kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin, xwe bi rêxistin dikin" nirxand û diyar kir ku ev kampanya ji bo têkoşîna li dijî şerê fizîkî û zîhnî yê ku li cîhanê kûr dibe, girîng e. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 20’ê Tîrmehê de starta kampanya xwe ya bi dirûşma“Em di jiyana azad û wekhev de bi israrin, em xwe birêxistin dikin” dabû.  Li gel hûrgiliyên derbarê kampanyayê de zelal bûn, bal hat kişandin ser têkoşîna jinê ya li hemberî şerê tê kûrkirin.  Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu hûrgiliyên kampanyayê eşkere kir.
 
Ji konferansên bajaran bigire heta konferansên sereke yên jinan 
 
Halide, da zanîn ku divê sernavê kampanyayê baş bê axaftin û diyar kir ku dirûşma "Em di Jiyana Azad û Wekhev bi israrin, Em xwe rêxistin dikin" li dijî hin polîtîka û xalan îtîrazek e. Halîde got, “Eger newekhevî, polîtîkayên çewisandinê ên hikûmetê û xizaniya jinan roj bi roj kûrtir bibe, em ji polîtîkayên şer serbixwe serî li vê yekê nadin. Tirkiye û rojhilata navîn erdnîgariyeke ku şer lê heye ye û encamên vê herî zêde bandorê li jinan dikin. Di vî warî de yên ku di polîtîkayên şer de israr dikin, newekheviyê zêde û rê li ber azadiyê digirin.  Ji ber ku şerê heryî bandorê li ser jiyana jinan dike, di 20'ê Tîrmehê de bi vê dirûşmê me dest bi xebatên xwe yên rêxistinkirinê kir. Bi vê destpêkê re em ê konferansên jinan ên bajaran jî li dar dixin. Yanî konferansên me yên jinan ên bajaran wê heta 5’ê Tebaxê li gelek bajaran bên lidarxistin. Li vir, em bahsa pirsgirêkên rêxistinî bikin, wê modêlek rêxistinî jî derkeve pêş. Di 23'ê Tebaxê de careke din komxebata rêxistinbûna jinan tê lidarxistin û bi encamên ku li vir hatin bidestxistin em ê konferansa rêxistina jinan li dar bixin."
 
Li dijî rejîmên şer rêxistinbûna jinan
 
Halide bal kişand ku mebesta wan bi vê xebatê hem li dijî pirsgirêkên rêxistinî yên navxweyî têkoşîn e, hem jî dixwazin bi hemû jinan re modelekê nû a têkoşînê ava bikin û birêxistin bikin. Halîde wiha dewam kir: “Ev kampanya li ser esasê axaftin û hevdîtina jinên li Tirkiye, erdnîgariya Rojhilata Navîn û tevgerên jinan e û bi banga bê kirin hevdîtina wan a bi jinê cîhanê re ye. Di heman demê de kampanyayek berfirehkirinê ye. Di wî warî de bi siyaseta hikûmetê de hin pirsgirêkên me hene, lê eger hûn bipirsin gelo tenê ev hikûmet e vê dike em ê bibêjin na. Ji ber ku li cîhanê kirîzek heye û hemû îqtîdar di şer de israr dikin.  Her roj şerek li eniya Rojhilata Navîn pêş dikeve û ji ber ku em dizanin ev hemû herî zêde bandorê li jiyana jinan dikin. Di jiyana wekhev a azad de israr dikin. Herî zêde jinên muxalîf, jinên serhildêr hedef tên girtin û jin li dijî dorpêçeke mezin li ber xwe didin. Ji ber vê yekê li aliyekê hikûmetek heye ku jinan di malê de kilît dike, hewl dide vê siyasetê bimeşîne û kesên li dijî vê polîtîkaya wê ya 'maqûl' cih nagirin, bi girtina wan gefê li wan dixwe."
 
Kampanya her qadê ji nîqaşê re vedike
 
Halide bal kişand ser vê yekê ku ev kampanya ji bo jinên girtî tê meşandin û wiha got: “Em ê bi vê kampanyayê bi hevrêyên xwe yên jin ên li girtîgehê re hevgirtinê ava bikin, lê di heman demê de wê gelek pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyîn jî ev kampanya teşîr bikin. Binpêkirinên mafan, bêhiqûqiyên ku ji aliyê hikûmetê ve li girtîgehê tên kirin û jinan teşwîq bike ku li her aliyê ku lê bin, li dijî polîtîkayên şer bên gel hev. Dîsa hûn dizanin ku îradeya jinan ji aliyê dewletê ve tê xwestin bê desteserkirin. Weke ku li Colemêrgê jî qeyûm hat tayînkirin, hikûmet  li benda derfeta desteserkirinê ye. Jinên ku li dijî muxalefetê bi pergala hevserokatiyê hatin gel hev û xeta ku afirandin berfireh kirin û di 2'yê Hezîranê de li dijî qeyûm hevdîtinên jinan zêde kirin. Yek ji mijarên sereke yên vê kampanyayê jî li dijî qeyûman hevgitina jina ye û» pêkanîna pergala jiyana wekhev û azad di rêveberiyên herêmî de ye û dê li ser vê lêkolîn bên kirin. Xizaniya jinan her ku diçe kûr dibe; em ê li gelek cihan, li qadan, li kuçeyan, li karxane, li zanîngehan, şêwazên xizaniyê yên ku jin pê re rûbirû dikin biaxivin û rêbazên çareseriyê nîqaş bikin û li ser vê yekê daneyan biafrînin. Em ê van daneyan di serdema Plana Budçeyê de bixin rojevê û bi têkoşîna li dijî xizaniyê re hevgirtina jinan eşkere bikin. Lewma têkoşîna li dijî xizaniyê tiştekî ku di jiyana wekhev û azad de israr dike ye.”
 
Yek ji mijarên herî girîng ên kampanyayê şerê taybet e 
 
Halide diyar kir ku eger ew behsa şer dikin, ev şer ji şerê taybet cuda nayê destgiritn û destnîşan kir ku şerê taybet li Kurdistanê weke rêbazeke rêbazî tê meşandin. Halide diyar kir ku yek lingê kampanyayê dê li dijî şerê taybet xebat bê kirin û got, “Wê atolyeyên xweparastinê bên lidarxistin. Wê tax bi tax xebat di çarçoveya karê malê de bên kirin. Heta ku em vê eşkere  nekin, mixabin hikûmeta AKP-MHP’ê vê weke rêbazeke rêveberiyê pêk tîne. Hem polîtîkayên bêcezakirinê û hem jî polîtîkayên qirêjkirina civakê bi hev re tên meşandin. Di vî warî de yek ji mijarên herî girîng ên kampanyayê jî  xeta têkoşînê ya li dijî şerê taybet û bi mînakan  nîşandana jiyana wekhev û azad e. Dîsa dijminatiya li hemberî xwezayê ku em jê re dibêjin qirkirina ekolojiyê, roj bi roj zêde dibe, dema ku xweza bi polîtîkayên şer û bi hinceta ewlehiyê tê wêrankirin û gund têne valakirin, li bajarên rojava çanda talanê ji bo rantê tê pêşxistin.  Di vî warî de em têkoşîna jin û ekolojiyê weke xeteke têkoşînê ya ku bi hev ve girêdayî ye, bi rêxistin dikin. Em hem li Kurdistan û hem jî li Rojava ji bo hevgirtina têkoşîna ekolojîk û têkoşîna jinan kampanyayekê pêk tînin."
 
'Em ê li her derê li dijî desthilatdariya mêr têbikoşin'
 
Halide, anî ziman ku bi şer re rewşa koçberî û penaberiyê kûrtir bûye û diyar kir ku bi Komîsyona Koç û Koçberan re jinên koçber nexşerêyên jinên koçber û penaber hene. Halîde got, “Eger hûn bipirsin rastiya şer çi aniye, em dixwazin vê wêneyê tam ji raya giştî re parve bikin û nîşan bidin. Civîn û çalakiyên piştevaniyê, lêkolînên daneyan jî di nav de dê bên kirin. Em ê li her derê li dijî desthilatdariya mêr têbikoşin. Li aliyekê em xeta xwe ya têkoşînê ya li dijî desthilatdariya mêr a di nava partiyê de roj bi roj berfireh bikin, li aliyê din jî em ê xeta xwe ya têkoşînê ya li derve ku em jê re dibêjin qada rêxistinê, di nav de li dijî serdestiya mêr berfireh bikin. Belê, hukûmet her tim rojeva welêt li ser desteserkirina destkeftiyên jinan diyar dike; Me jî hewl da xeta têkoşînê ya 6284 ji cihên ku hewl dan desteser bikin berfireh bikin. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û dema ku em wan biparêzin em ê zêdetir bi rêxistinên jinan, komên ku xebatên jinan dimeşînin û yên ji bo maf û edaletê têdikoşin re bên cem hev. Sîstema hevserokatiyê yan jî rêveberiyên herêmî li ku bin, bi feraseta xwe ya demokrasiyê dê wekhevî û azadiya jinê pêk bînin."
 
Kampanyaya 6 mehan wê gav bi gav bê meşandin
 
Halide, anî ziman ku ji bo van hemûyan pêk bînin ew ê pêşî rêxistina xwe ya navxweyî ava bikin û destnîşan kir ku destpêkirina vê kampanyayê jêneger e. Halide got, “Meclîsa me ya Jinan xebatên rêxistinî jî dimeşîne. Li cihên ku Meclisa Jinê lê heye bi civînên xwe yên navxweyî xebatên xurtkirinê dimeşîne, li cihên ku Meclîsa Jinê lê nîne jî xebatên avakirina Meclisa Jinan dimeşînin. Bi vê perspektîfê em xebatên rêxistinkirina jinan di çarçoveya kampanyayeke 6 mehan de birêxistin dikin û gav bi gav plannên xwe yê çalakiyan eşkere dikin.  Helbet îqtîdar tenê di polîtîkayên şer de israr nakin, yanî tenê şerê fizîkî nîne; di warê zîhniyetê de dijminatiya jinê, dijminatiya xwezayê, dijminatiya li nasname û baweriyên cuda ji ber ku ruhê şer ev e, wêran dikin, dikujin, desteser dikin û xwe nû dikin."
 
Rêxistinkirina fîkrî ye
 
Halide bal kişand ku perspektîfa ku li ser pêvajoya siyasî tê dayîn vê kampanyayê hewce dike û diyar kir ku hema hema li hemû welatan şer heye û ev şer li dijî civakê tê meşandin. Halide got, “Ji ber vê yekê em vê yekê digirin dest û di têkoşîna li dijî şer de li ser vî esasî civînên cuda li dar dixin. Em dibêjin ku bingeha vê pirsgirêkê, dijminatiya jiyana wekhev û azad e. Mafê me hemûyan heye ku em wekhev û azad bijîn. Ji bo ev derkeve holê, model û şeklê siyasetê girîng e. Bi vê rêxistinbûnê re em li dijî polîtîkayên ku dewlet hewl dide têk bibe û bibe sedema windakirina hêviya gel, dibêjin 'em li dijî vê ne, em îtîraz dikin'. Lê em dibêjin em bê model nînin: modela bingehîn a ku siyaseta me ya demokratîk xwe li ser ava dike azadî û wekhevî ye, li ser esasê tevlêbûnê ye, rêveberiyên herêmî bi vî rengî ne û qada têkoşîna jinê jî wiha ye.pir rengîn û pirdeng e. "Di vî warî de ev kampanya di heman demê de rêxistinkirina fîkrî ye û ev hewcedariya bingehîn e."