Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Ji bo birêj Ocalan ji bîr nekin dikin

  • 16:30 31 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku siyaseta qirkirin dewam dike û got, "Bi operasyonên  'govendê negire' armanc dikin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin û hêviya aşatiyê bişikînin."  
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulîstanê, dovîza “Pêşî Peya” hilgirt û wisa dest bi axaftina xwe kir. Gulîstanê, diyar kir ku Meclis ketiye betlaneyê û qala xebatên li lijneya giştî kir. Gulîstanê, ev tişt anî ziman: “Ji bo Meclis bibe meclisa gelan, a jinan, kedkaran, xizanan, astengdaran û hemû zindiyan, weke DEM Partiyê ya ku ji destê me hat me kir. Me dengê bindestan li kursiyên Meclisê da bihîstin. DEM Partî hêza muxalefeta sereke ye. Ki ku derê neheqî û derhiqûqtiyek hatibe kirin, me li Meclisê anî ziman.”
 
Bi domdarî Gulîstanê wiha got: “Di vê serdema qanûndanînê de me di her berxwedanê de cih girt, li pişt her berîqetê me cih girt û li her qadê em têkoşiyan. Me hewl da dengê li pişt berîqetan bilind dibe li Meclisê bidin bihîstin. Em bûn şahid bê ka dema dengê kolanê xurt derdikeve çawa dengê Meclisê jî xurt dibe. Lewma me ji ewil bala xwe da ser têkoşînê. Ji kolanan ta Meclisê me çerxa têkoşînê mezin kir. Tevî hîle û hilbijêrên veguhestî jî me temamiya şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatibûn tayînkirin jê standin. Li dijî hewldana xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî hêzên demokrasiyê me li ber xwe da û Wan cara duyemîn qezenc kir. Li dijî xespkirina Şaredariya Colemêrgê em li qdaan bin û têkoşiyan. Ne tenê li Colemêrgê, ji Edîrneyê heta Qersê em li her qadê, li her kolanê têkoşiyan. Ev têkoşîna me hêj didome.”
 
'Êrîşî ziman û çanda kurdan dikin'
 
Gulîstanê bal kişand ser êrişên li dijî zimanê kurdî û wiha domand: “Îro bi konsepteke mîna ya serdema darbeya 12’ê Îlonê êrişî ziman, çand û hebûna kurdan tê kirin. Di salên 80’an, 90’an de kurdî qedexe bû, qasedên bi kurdî di bin axê de dihatin veşartin. Îro jî kurdbûn qedexe ye, gerandina govendê qedexe ye. Îktîdara AKP’ê ji roja ewil heta niha li dijî çand û zimanê kurdî cihêkariyê dike.
 
Êrişên li dijî çand û zimanê kurdî di demên dawî de derbasî qonaxeke nû bûn. Di bin sîwana emniyetê de ‘tîma girtina govendê’ hatiye avakirin. Dikevin qadên taybet ên kurdan, dawetan û ji wir dîmen tên parvekirin û li dijî kurdan pêleke êrişê tê destpêkirin. Çeteyên ku jinan qetil dikin bi rehetî digerin, mafya û bertîlxwar bi rehetî digerin lê kurd ji ber gerandina govendê tên girtin.
 
Zîhniyeta salên 90'î
 
Gelo heke ev dijminatiya li kurdan nebe wê demê çi ye? Em baş dizanin ku îktîdar bi helwestên dijminane û polîtîkayên pişaftinê dixwaze rejîma faşîst ava bike. Pratîkên salên 90’î îro hêj hûr û kûrtir tên meşandin. Îro govenda kurdî qedexe ye û hewl didin kurdan bi xwe jî qedexe bikin. Piştî binçavkirina komeke ciwanên li Mêrsînê govend gerandin, bi destê wezîrê karên hundir pêleke faşîzmê hate destpêkirin. Di encama hedefnîşandana van komikên nîjadperest ên li ser medyaya dijîtal, bi ser dehan dawetan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Zarok jî di nav de 25 kes hatine binçavkirin û girtin. Sedem çi ye? Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berz kirine. Li Lijneya Giştî hate gotin ku ev dirûşm sûc nîne. Biryarên Dadgeha Bilind, AYM û DMME’yê hene. Jixwe em red dikin ku vê mijarê li ser sûc û sûcdariyê pênase bikin. Em careke din pêşniyar dikin ku dev ji lîstina bi heqîqeta kurdan berdin.
 
Bêtehamûliya li heber kurdî
 
Hemû gelên Tirkiyeyê dizanin bê ka gelê me di demên berê de çawa li hemberî êrişên li ser kurdan sekinî. Êriş bi awayekî pir cuda didomin. Ji ewil li Wanê û piştre jî li Amed, Mêrdîn û Êlihê tevî polîsan xizmetên şaredariyên me hatin jêbirin. Li Wanê polîs, faîlan sor dike. Parêzerê emniyetê aqil dide faîlî. Emniyet bi xwe teşwîq dike û rê nîşan dide bê ka dê derhiqûqtî û sûcek çawa were kirin. Şaredariya me li ser cadeyê nivîsa ‘Pêşî Peya’ nivîsandiye. Çi zirara vê nivîsê digihije we? Ev nivîs ji bo hêsankirina jiyana kurdan e ku bi sala ye we ziman, nasname û rengê wan tune hesibandiye. Ev çi mejî ye? Îktîdara AKP’ê ya ku bi vekirina qenala kurdî pesnê xwe dide, çima wiha dike? Lê em baş dizanin ku gotin û kiriyarên wan tevek derewin. Em baş dizanin bê ka weşanên TRT Kurdî çi ne û çawa xizmetê ji pişaftina kurdan re dike. Êrişên demên dawî, nîşaneya bêtehemûliya AKP’ê ya li hemberî kurdî ye.
 
Şaredarî bi zimanê gel xizmetê dide
 
Gotin ku ew ê Girtîgeha Amedê bikin muze û şopên 12’ê Îlonê bidin jibîrkirin. Ma hûn bi operasyonên dawetê û jêbirina nivîsên bi kurdî pratîkên Kenan Evren dubare nakin? Di mijara kurdan de çi sînorên we yên dijminatiyê nînin. Dijminatiye we heta qîrê jî ketiye. Heke hûn wê qîrê jî jê bibin em qet şaş nabin.
 
Ji bo Birêz Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin vê dikin
 
Sedema tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ew e ku birêz Ocalan bi kurdan bidin jibîrkirin. Ji bo derbkirina hêviya aştiyê û daxwaza pêkvejiyanê ya kurdan wiha dikin. Ji bo kurd dev ji siyaseta demokratîk û ji rastiya xwe ya gelbûnê dûr bikeve wiha dikin. Gelê me bi govend û stranên xwe, bi dirûşm û dîlanên xwe li dijî van êrişan disekine û heqîqetê diqîre. Lewma dev ji êrişên xwe yên li dijî govenda kurdan, çanda kurdan berdin û krîmînalîze nekin. Em ê bi tu awayî rê nedin vê. Divê êdî hûn fêm bikin ku pirsgirêka kurd bi van polîtîkayên faşîst, pişaftinê çareser nabe. Bi milyonan kes birêz Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî dibîne. Bi milyonan kes azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan daxwaz dike. Bi milyonan kes her roj li qadan diqîre ku kesek nikare ziman û çanda wan tune bike. Pêşniyara min a ji bo we ew e ku guh bidin vî dengî.”