Tulay Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat gel hev

  • 16:37 29 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
HATAY - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya bi cotkaran re hatiye cem hev polîtîkayên desthilatê yên çandiniyê rexne kir û got: “Divê em hemû polîtîkayên vê desthlatê serûbin bikin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanaya “Nan û Edaletê” de li navçeya Samandag a Hatayê bi cotkaran re hate cem hev. Di hevdîtina li eywanekî de hatiye kirin de Tulay destnîşan kir ku mirov ji ber krîza aborî êdî nikarin bêhnê bistînin û diyar kir ku armanca wan, bersivdayînekî xurt a desthilatê ye û ev tişt gotin. “Berî ku AKP were desthilatê Tirkiye ji hêla çandiniyê de têrî xwe dikir. Lê belê ji ber polîtîkayên çandiniyê yên hatine meşandinem, em girêdayî derve ne. Ji ber cotkar nikarin hilberînê bikin. Hema bêje AKP ji cotkaran re dibêje ‘tu neçîne, raneke û debara xwe neke’. 
 
Daxwazên gel anî ziman
 
Tulay destnîşan kir ku desthilata ji xwe re dibêje ‘xwecih û neteweyî” welat kiriye kiryarê hilberînên çandiniyê, axaftina xwe wiha domand: “Sedema ewqas astengiyên li pêşiya cotkaran bihabûna tov, gubre, mazot, ceyran û avê ye. Cotkar nikarin li Tirkiyeyê lêçûnên xwe dabîn bike. Îro Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) li gorî herêman cihêkariyê dike. Zemên li avê hatine kirin di navbera ji sedî 60 û ji serdî 400’an diguhere. Ji sedî 40 û jortir zem li ceyrana cotkar bi kar tînin kirin. Li Hatayê rewşa welatiyên debara xwe bi narinciyê dikin di holê de ye. Lê belê ev erdhej me bi her awayî pir bandor kir.” 
 
‘A yekem divê em polîtîkayên desthilatê serobino bikin’
 
Tulay da zanîn ku ji ber erdhejê li welat kesên ku karê narinciyê bikin nemaye û axaftian xwe wiha domand: “Li welat qerê cotkaran ji 850 mîlyaran derbas bûye. Cotkarî ji bo xurtbûna aboriya vî welatî, ji bo debara welatiyan, têrbûna her kesekê gelek girîng e. wek DEM Partiyê di polîtîkaya çandiniyê de helwesta me zelan e. A yekem divê em polîtîkayên desthilatê serobino bikin.”
 
'Di vê mijarê de ez rayedaran vedixwînim peywirê'
 
Tulay da zanîn ku divê desthilat piştgiriya mazot, ceyran, av, tov bide cotkar; kirîna tov a derve dawî bike. Tulay ser santralên betonê yên li navçeya Samandagê û kanên keviran sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Santralên betonê yên ser riyan û kanên keviran hawirdorê qirêj dikin, gefê li tenduristiyê dixwin. Em careke din bang Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê û Walitiyê dikin; Divê teqez cihê vê kargerê were girtin. Heke bar dike jî bila ji cihekî din ve were barkirin. Bila bibin cihekî ku jîngeh tê de tuneye. Gelê vê derê santrala betonê ya ku jehriyê belav dike naxwaze. Di vê mijarê de ez rayedaran vedixwînim peywirê.”
 
‘Em ê bi hev re bi ser bi kevin’
 
Tulay bal kişand ser bêhêvîbûna ser mirovan a piştî erdehê çêbûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me li gel erdhejê, piştî erdhejê jî hilweşînekî mezin jiyan kir. Dema wiha bû tevî birçîbûn û xizaniya kûrbûyî em têkoşîna jiyanê didin. Tevî ku bixwazin me ji axa me bikin, tevî ku erdhejê jî ji bo me ji axa me veqetînin bi kar bînin jî, me bi tu awayî axa xwe neterikand û em ê neterikînin. Wekî her car, em ê li cem cotkaran bin. Em li her derê li cem we ne. Em ê bi hev re bi ser bi kevin, dê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin. 
 
Tulay piştî axaftina xwe pirs û daxwazên cotkaran guhdar kir.