Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê peyama rêxistinbûyinê

  • 13:04 29 Tîrmeh 2024
  • Ramyarî
 
WAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê ku bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em bi rêxistin in” konferansek li dar xist, peyama biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşînê ya li dijî zîhniyeta zilam-dewletê û rêxistinkirina zêdetir da.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, bi rêxistin in” konferansek li dar xist. Konferansa ku li Salona Civînê ya Azîz Vûral a Şaxa KESK'ê pêk hat, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Mehkûm re (TUHAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Yên Windayan re amade bûn. MEBYA-DER, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê û endamên meclîsê û her wiha gelek jin tevlî bûn.
 
Konferans bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
'Têkoşîna jinan li her qadê mezin dibe'
 
Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Kaya di rûniştina yekemîn a konferansê de axivî û diyar kir ku şer û pevçûnên ku pergala serdest a mêr li Rojhilata Navîn û cîhanê dide meşandin her ku diçe zêde dibe. Zeynep diyar kir ku daxwaza guhertinê ya gel û jinan û israra wan a têkoşîna jiyana demokratîk û azad a li dijî şer mezin bûye û destnîşan kir ku têkoşîn di heman demê de îtîraza civakî ya li dijî pêkhateyên netew-dewlet ên desthilatdar û zayendperest e. Zeynep got, “Jin pêşengiya vê îtîrazê dikin. Li dijî van êrîşên hikûmetên serdest ên mêr jin ji jiyan, maf û azadiya xwe gavekê jî paşve navêjin. Li ku derê bin, her kêlî bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê dengê xwe bilind dikin û serhildana xwe diqîrin."
 
'Cezayên hatine dayîn li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê ye'
 
Zeynep, diyar kir ku li welat polîtîkayên tecrîd, bêhiqûqî, gendelî, tundî û qetlîamên li ser jinan û dozên komployê didomin û got, "Weke ku di encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de jî hat dîtin, derket holê ku jin wê destûrê nedin. Li dijî van polîtîkayan wê jin bi têkoşîn û berxwedana xwe ya rêxistinî derkevin pêş. Em baş dizanin ku cezayê bi sed salan li hevalên me yên di Doza Komploya Kobanê de hatine birîn ji bo têkbirina têkoşînê ye. Ji bo têkoşîna enternasyonalîst a li Kobanê bi gelê Kurd re li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşin hat dayîn. Ev êrîş li dijî paradîgmaya me ya 'demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê' ye. Erka me ew e ku li hemberî vî cezayê ku li jinên ku di wekhevî û azadiyê de israr dikin, hatiye birîn em serî bilind bikin. Di şexsê hêja Fîgen Yuksekdag de bi israrkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya hemû rêhevalên xwe yên jin ên di girtîgehan de dîl tên girtin, em têkoşînê berfireh bikin."
 
'Divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin'
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Wanê Gulşen Kurt axivî û diyar kir ku bi taybetî jin li dijî polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên hikûmetê têdikoşin û wiha got: “Fikrên jinan ji bo me gelek girîng in. Bi taybetî li Rojava têkoşînek bi pêşengiya jinan mezin dibe. Weke jin em li her qadê dixebitin ku şer çênebe û jin û dayik negirîn. Ji bo şer bi dawî bibe, pevçûn bi dawî bibin û aştî pêk were divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe." 
 
Gulşen, anî ziman ku ji bo bidestxistina 14 şaredariyên li Wanê keda jinan gelekî mezin bû û destnîşan kir ku jin li hemberî nîqaşên li dijî pergala hevserokatiyê ya ku ketiye ber lêpirsînê, rawestiyan.
 
'Pêwîste her jin xwedî li gotina xwe derkeve'
 
Gulşen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên hikûmetê yên di demên dawî de li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Êdî em nikarin tundî û qetlîaman tehemûl bikin. Bi van polîtîkayan li her qadê polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li kolan, tax, mal û kargehan divê em bertekên xwe mezin bikin. Li hemberî van şer, komkujî û polîtîkayên mêtingeriyê bi fikrên hevpar em çawa dikarin rêxistina xwe mezin bikin? Pêşniyarên we pir girîng in. Divê her heval di vê wateyê de biaxive.”
 
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.