Ceribandina Rêxistinên Civakî bi Şoreşa Jinên Rojava re (2)

  • 09:02 6 Îlon 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
"Di pespektîfa Rêxistinên Civakî de ya ku di esasa çareseriya şexsî de pêş dikeve, aliyê vê yê tundiyê bi tu awayî nayê rojevê. Ev Rêxistinên Civakî rewşa jinan di şer de, di koçberî û kampan de nabînin û li ser tiştên din disekine. Ji nêrînên negatîf dûr dikeve û li ser hewcedariyên xwe disekinin. Ji bo jin xwe xurt hîs bikin ji emeliyata estetîkê bigirin heta gelek faliyetên din ji aliyê saziyan ve tê teşwîqkirin. "
 
Zeynep Beydagi
 
Em dikarin bandora gotin û xebatên Rêxistinên Civakî li qada rêveberiyên xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêyên li ser jiyana civakî bi çend sernavan bigirin dest.
 
1.Teşwîqkirina  tevlibûna jinan a polîtîkayê û gotina wekheviyê
 
Di Şoreşa Rojava de ji bo jin tevli qada polîtîk bibin gelek mekanîzma, rêxistin û qanûn hene. Di her saziyê de nûneriya wekhev, hevserokatî û meclîsê jinan hene. Di biryarên krîtîk û xurt de jin hene. Têkiliya rêxistinên jinan bi pergala konfederal re xurte û di biryarên krîtîk d rewşa wan ya alîgirbûnê heye. Ji bo tevlibûna jinan a siyasetê xebatên Rêxistinên Civakî hene û ji bo jinên di van saziyan de perwerde, semîner û qursên ziman hene. Bi hevkariya van kursan, bi sozên wekê mûçe û derfetan, jinên jîr û xwedî tecrube, ji saziyên rêveberiyên xweser vediqetin û ji bo wan re bixebitin tên teşwîqkirin. Ev rewş di civakê de rê li ber nerehetiyan vedike. Jinên ji saziyên rêveberiyên xweser vediqetin û di Rêxistinên Civakî de dixebitin ji rastiya xwe ya civakê dûr dikevin, bandorên modernîst tên dîtin. Ev sazî di çalakî û bernameyên xwe de, ji rojên girîng û taybet wêdetir, mijarên eleqeya wan bi rastiyê tuneye dikin mijar. Ne cejn, şahî, komkujî û serkeftinên herêmê; rojên wateya wanya bazirganî hene wek rojên taybet tên pîrozkirin. Ne ji bo jin di siyasetê de bên bi bandorkirin, faliyetên bi armanca piştgiriya aborî, xêrxwazî, belavkirin alavan tên meşandin. Di bin navê tevlibûna jinan a siyasetê de, faliyetên ku jinan ji derveyê polîtîkayê bihêlin dixebitin. Ji tevlibûna jinan a polîtîkayê wêdetir, wan dikin xebatkarên projeyan, şêwirmendên saziyan, bi wesfên lîderiya ne şênber derdixin pêş. Qadên navneteweyî jî ne nûnerên rast yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van aliyan dikin hêza nûneriyê. Li deverên cuda yên cîhanê ev stratejî bi bandor bûye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber şerê germ, ji ber rêxistibûna civakî ya aktîf, di bin bana Rêxistinên civakî de  nûner hatine nîşandan.
 
2. Projeyên rehabîlîtekirina mexdurên tundiyê
 
Projeyên rehabîlîtekirina jin û zarokên encamên tundiyê dijîn, di esasê de wek rêbqaza pergala dewlet û lîberal birêvebirî qezenc kiriye. Di esasê de helwesteke ku tundî li jinan tê rewakirin, tundî nayê dîtin û kesên wek hewcedar tê dîtin, mijara gotinê ye. Bandora psîkolojîk a tundî û îstîsmarê nikare bê înkarkirin. Tirk, şerm û xwe sûcdar hîskirin çavkaniya travmayê ye. Li dijî vê ji têkoşînê wêdetir, helwesteke ku wan bi vê tundiyê re tîne rû hev heye. Di vê nokteyê de şoreşa jinan a Rojava û Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê gelek nîqaş meşandiye û hedef kiriye ku jin bibin kirdeya jiyana xwe û azad bibin.
Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê di çarçoveya şoreşa jinê de gelek xebat tên meşandin. Di her akademî û xebatê de di mijara zayendperestî, tundî û azadiya jinê de bi armanca afirandina hişmendiyê de xebatên perwerdê tên meşandin. Jin û mêr ji bo demokratîkbûna malbataê, ji wateya felsefîk a evînê, zayend wek îdeolojiya deshilatdariyê çawa tê bikaranîn, ji bo mêr ji desthilatdariyê bê parastin perwerdehiyên hişmendiyê tên afirandin. Di bin bana pergala edeletê ya jinê de Mala Jin li dijî tundiyê yek ji saziyên herî bi bandore. Ev sazî li her bajarî ji dildar û jinên pê bawerî heye ava bûye. Bi perwerdehiyên her tim pêk tên nirxên azadiy ajinê ya bi tecrubeya şoreşê tê pejirandin. Ji darizandina bûyerê bigirin heta pêşîgirtina bûyerê saziyek xwedî rayeye û berpirsyare.  Asayîşa jinê, Mala Parastinê, Gundê jinan Jinwar jinan  ji tundiyê diaparêze. Hedefa wan parastina jinê ye. Ji 7 salî heta 70 salî xweparastina cewherî, rêxistinbûn û aboriya komunal tê pêkanîn. Ji saziyên olî heta qada siyasî ji qadên leşkerî heta qada civakî li her qadê avabûna mekanîzmayên têkoşîn ali dijî zayendperestiyê tê avakirin.
 
Di pespektîfa Rêxistinên Civakî de ya ku di esasa çareseriya şexsî de pêş dikeve, aliyê vê yê tundiyê bi tu awayî nayê rojevê. Ev Rêxistinên Civakî rewşa jinan di şer de, di koçberî û kampan de nabînin û li ser tiştên din disekine. Ji nêrînên negatîf dûr dikeve û li ser hewcedariyên xwe disekinin. Ji bo jin xwe xurt hîs bikin ji emeliyata estetîkê bigirin heta gelek faliyetên din ji aliyê saziyan ve tê teşwîqkirin. Koçberiya Ewropayê, ji herêma şer dûrketinê teşwîq dikin û ji bo vê jî kar û barên tên kirin fêrbûna ziman pêş bixînin. 
 
Em mînakek balkêş bidin; Piştî dagirkirina Efrînê beşek xwendekar li kantona Cizîrê bicih bibûn. Rêxistineke Civakî ku navenda wê Ewropa bû û saziyeke bi hevkariya çend jinên başûrê Kurdistanê hatibû avakirin, ji bo jinên ji xwe ne razî û ji bo emeliyata estetîkê bibin fon ava kiribûn. Hinek xwendekar jî vexwendiyê van fonan kiribûn. Ji bo jinên ku xwe naecibînin projeya piştgiriyê tê meşandin. Li aliyê din jî hewcedariyên cidî yên xwendekaran yên wekê xwedîbûn, ewlehî û starbûnê neketibû rojeva van saziyan. Lê binpêkirinê mafan yên li Efrînê, guhertina demografîk, li Şehbayê êrişên hatin jiyîn sedema esasî ya travmayane.  Dema îradeya hesabpirsînê çenebe wê hilweşînek mezin çêbe û mirov xwe bê çare hîs bikin. Dema li dijî kesên ku zilmê dikin têkoşîn hebe wê bûyerên bi êş veneguherin travmayê. Dema ku mirov bi qederê bên bawerkirin û tenê bên hiştin ev mirovan bê nirx dike. Lê têkoşîna rêxistinkirî îradeya hevpar a mexduran derdixe holê. Bi derxistina holê ya edeletê mirov dikarin hinek tiştan danîn holê. Di têkoşînê de cih girtin teşeyê ku hebûna xwe derxistina holê ye. 
 
3. Wek aboriya hewcedariyê belavkirina pakêtên alîkariyê
 
Nasnameya xizaniyê jine û aliyê herî xizan yên cîhanê jin in. Ev jî aliyê tundiyên aboriyê yên li hember jinan îfade dike. Keda jinan nayê dîtin, jin nabin xwedî mal, ji mîrateyê bêpar tên hiştin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargoya aborî, çavkaniyên bi şer tên texrîbkirin pirsgirêkên aborî giran dikin. Plana wek plana Sezar tê venasîn û plana ku têkibirina dewleta Sûriyeyê hedef dike, bandor li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Xebatên pêşxistina aboriya komunal di zemînek zehmet de pêş dikeve. Kevneşopiya kopertîfana dewleta Tirkiyeyê pêşî li koperatîfên komunal digire. Ji ber di navbera ferasetan de cudahiyên mezin hene. Di vî alî de xebatên aboriyê yên jinan salên dawî de hatin meşanidn jî  hîna asteke pergala aboriyeke xwe dispêre keda jinê tuneye.
Rêxistinên Civakî  jî li aliyekî pakêtên xurekan belav dikin û li aliyê din jî pîşeyê fêrî jinan dikin û ji bo kesên di bin bana wan de dixebitin mûçeyên zêde didin. Lê li aliyê din jî  ji ber butçeyên mezin yên Rêxistinên Civakî, kirê, di peydakirina alavan de lêçûnên pir mezin xiznaiyê girantir dike. Di bin bana xwe de dema Rêxistinên Civakî xaniyan bi du kat sê kat kirê dikin, xaniyên wê herêmê jî hema biha dibin. Ev sazî hewldanên daxistina kirê ya rêveberiya xweser vala derdixe. Ji ber vê jî ez rê li ber zor û zehmetiyan a malbatan vedike. Pakêtên alîkariyên jî wek her derê cîhanê rê li ber dîmenên ku rumeta mirovan dişkîne ve dike. Ji bo alavên pir bê nirx mirovan bi saetan di dorê de dihêlin û dixwazin pergala komun jî bikin alava vê. 
 
Nîşe: berdewama nivîsê wê hefteya pêş bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 30'emîn ya Kovara Jineolojiyê ya bi mijara dosya “ROJAVA” hatiye kurtkirin.