'Li dijî zîhniyeta yekperest em ê piştgiriyê bidin kesên demokrasiyê esas digirin'

  • 09:08 14 Çile 2019
  • Ked/Aborî
ENQERE - Sekrtera Jinan a TUMBEL SEN'ê  Semra Kiratli diyar kir ku veguhestin demokrasiyê ya li şaredariyan ferz e û ev tişt got: "Em zîhniyeta zayendperest ku keda jinê, azaadiya wê hedef digire û ji bo xwe dike piroje esas nagirin, em ê kesên ku demokrasiyê esas digirin destek bikin."
 
Sekretera Sendîkaya Xizmetguzariya Şaredariyn ( TUMBEL SEN) ku di bin banê KESK'ê de xebatên xwe dimeşîne Semra Kiratli, di rêveberiyên herêmî de perspektîfên jinan nirxandin.
 
'Navendîkirin demokrasiyê asteng dike'
 
Semra diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Li Tirkiyeyê ji ber zîhniyeta otorîtebûn û navendîbûnê demokrasî pêk nayê û wiha berdewam kir: " Di roja me ya îro de li Ewropayê jî di rêveberiyên herêmî de destdanîna ser hin Xalên Xweseriyê nîşana vê ye.  Xwe nerêxistinkirina civakan ya di rêveberiyên herêmî de, li gel ku wê nasnameya wan dernexîne holê di heman demê de xwe gîhandina wan a nirxên gerdûnî jî asteng dike."
 
Divê zîhniyeta demokratîk bê rûniştandin'
 
Semra diyar kir ku bi taybetî di civakên pirnetew û pirçandî de demokrasî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên xwecîhî mecbûrê ku tarê rêxistina xwe ava bikin e. Di rêveberiyên herêmî de xwerêxitinkirin û bi hişmendiya çînî xwerêvebirin ji bo civakê girîng e.  Li gorî demê û cih pêdivî diarin bên guhertin. Lê ji aliyê civakîbûnê ve pergaleke ji hêza xwe avakirin ji bo her demê derbasdar e. Dema ku ev pergal bê bicihkirin dikare hişmendiya civakê jî bigiguhere."
 
'Şaredarî tenê ne ji bo xizmetê ji bo têkoşînê jî girîng in'
 
Semra anî ziman ku di şaredartiya demokratîk de biryar bi gel re tên girtin û ev tişt got: " Pêvajoya tevlibûn, kontrolkirin, hesapdayîn û rêgezên paşveanînê dema ku bên jiyanîkirin, divê bi gel re biryar bên dayîn. Divê ku rêveberiyên herêmî tenê wekî xizmetdayînê neyên binavkirin û wekî parçeyekî têkoşînê jî bên pênasekirin. Ger ku em rêvberiyek adîlane û wekhev karibin ava bikin em ê bikaribin ji pirsgiriêkên xwe re jî çareseriyê bînin."
 
'Prgala hevserokatiyê demkrasî pêşve bir'
 
Semra destnîşan kir ku  piştî şaredariyên  DBP'ê bi perspektîfên jinan hatin rêvebirin, şaredartiya ku gel li bendê bû hat kirin û bi temsîliyeta wekhev re jin hatin teşwîkirin ku di hemû qadên jiyanê de cihê xwe bigirin. Semra wiha berdewam kir: "Belavbûna pergala hevserokatiye di warê demokrasiyê de pêşevçûneke bi xwe re anî.  Piştî ku jinên nîvê civakê pêk tînin tevli rêvebirinê bûn vê bi xwe re demokrasî û wekhevî anî. Di têkiliyên civakî de pêvajoya demokratîkbûnê hat destpêkirin. Lê berî bi du slan êrîşê îradeya gel kirin. Şaredariyên ku îradeya gel bûn ji aliyê qeyûman ve hatin xespkirin. Ev êrîş di serî de li dijî jinan û destkeftiyên wan hatin kirin. Bi taybetî hevserokên jin û gelek jin ji ser karê xwe hatin girtin." 
 
'Em ê li dijî dengê bi tenê piştgiriyê bidin wekheviyê'
 
Semra diyar kir ku ew wekî TUMBEL SEN'ê di sala 2019'an de li hêviya rêveberiyek wekhev in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê ku li dijî dengê bitenê mirov bibe dengê pirdengiyê. Divê rêvberiyên temsîliyeta wekhev bên avakirin. Em jî wekî rêxistina kedê em em ê bibin denê ku azadiya jinê esas digre û piştgiriyê didiyê. Em nebin dengê zîhiniyeta yekperest û baviksalar."