‘Polîtîkayên tenduristiyê rê li ber şîdetê vedikin’

  • 09:19 11 Çile 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan diyar kir ku bi polîtîkayên ‘veguhestina di tenduristiyê de’ yên AKP’ê re feraseta ku nexweş wek muşterî dibîne û piyasabûnê rê li ber şîdetê vedike û wiha got: “Kedkarên tenduristiyê di bin tehdîda şîdetê de dijîn. Ev bandorê li ser derûniya wan jî dikin.”
 
Bi pêşengiya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) li dij şîdeta di tenduristiyê de çalakî pêk tên û li meclîsê her tim hişyarî tên kirin. Herî dawî jî Qanûna Derbarê Guherîna Hinek Qanûnan de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de di meha mijdarê de hat qebûlkirin. Vê rê li ber bertekan vekir. 
 
‘Bandorê li derûniya kedkarên tenduristiyê dike’
 
Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan ku bi KHK’ê hat îxrackirin, diyar kir ku kedkarên tenduristiyê bi rehetî dikarin bixebitin û wiha got: “Bi polîtîkayên ‘veguhestina di tenduristiyê de’ yên AKP’ê re feraseta ku nexweş wek muşterî dibîne û piyasabûnê rê li ber şîdetê vedike. Kedkarên tenduristiyê di bin tehdîda şîdetê de dijîn. Ev bandorê li ser derûniya wan jî dikin. Bi salan e em li dijî şîdetê têdikoşin. Tevî daxwazên me digihêjin meclîsê jî sererastkirinek qanûnî nayê kirin. Divê em bi gel re bên cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. Em ê her tim kesê şîdetê pêk tînin û rewa dikin teşîr bikin.”
 
‘Divê ceza bên dayîn’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di êrîşên li hemberî kedkarên tenduristiyê û kuştinan de cezayên giran nayên dayîn û wiha dawî lê anî: “Ne pêkan e em mirinan normal bibînin. Xebatkarên tenduristiyê bi derûnî û tehdîdê nikare xizmetek baş bide. Qada tenduristiyê dibe qurbana şovên polîtîk. Divê demildest dawî li polîtîkayên şîdetê bê dayîn.”