Esnaf Gulcan Akkaya: Ev ne krîz e, têkçûyin e

  • 09:17 11 Çile 2019
  • Ked/Aborî
DÊRSÎM - Gulcan Akkaya ku li Dêrsîmê bazirganiyê dike destnîşan kir ku ev saleke nikarin kar bikin û wiha got: “Sala 2018’an dîsa baş bû. Wê di 2019’an de têkçûyin bê jiyîn. Me krîzên pir cuda jî jiyan. Ev ne krîz e, têkçûyin e.”
 
Bazirgan Gulcan Akkaya ku li Dêrsîmê bazirganiyê dike diyar kir ku krîza aborî herî zêde bandor li kedkar û bazirganan kiriye û zor û zehmetiyên dijîn anî ziman.
 
‘Krîza herî giran ya tê jiyîne’
 
Gulcan ku ji 2011’an heta niha bazirgan e, bi lêv kir ku ev krîza aborî krîza herî giran e û wiha pê de çû: “Em sibehê saet ji 08.00’an heta 20.00’ê êvarê dikanê vekirî dihêlin. Di 12 saetan de tenê çend kes tên. Welatî nikarin tiştekî bikirin. Firotina me nabe. Ev jî nîşan dide ku aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Me gelek krîz dît lê ev ne krîz e, ev têkçûyine. Sala 2018’an baş bû, lê di 2019’an de wê têkçûyin bê jiyîn. Sala berê tiştên me digirt em êdî nikarin bigirin. Em diçin marketan vala tên. Kes nikarin tiştekî bikirin. Zivistanê rewş zehmetir dibe. Fatureyên gaza xwezayî, ceyranê zêde tên. Her wiha jin zêdetir êşa vê dikşînin.”
 
‘Em bi ser tirsê de neçin tiştek sererast nabe’
 
Gulcanê di dawiya axaftina xwe de got ew di alî aborî ne ne kêfxweş in, di jiyana civakî de ne kêfxweş in û wiha got: “Zarokên me diçin dibistanê û tên, em nikarin hewcedariyên wan pêk bînin. Ji ber vê em ne kêfxweş in. Bi rastî divê jin ligel hev bin. Mêran li her derê li dijî her qadê şer dane destpêkirin. Ger em berxwe bidin em ê hinek tiştan biguherin.”