Li Qoserê çanda xwarinên herêmî zindî dibe

  • 09:09 11 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê ya  Mêrdînê 3 jin ji bo ku çanda xwarinên heremî neyê jibîrkirin restorandek  vekirine û tê de xwarinên herêmî çêdikin.  Ji jinên ku xwarinên herêmî çêdikin  Gulîstan Îbrahîmoglu anî ziman ku çanda xwarinên heremî roj bi roj tê tunekirin û diyar kir ku ji bo çanda xwarinên heremî neyê jibîrkirin ew xwarinên heremî çêdikin.
 
Xwarinên Mêrdînê wekî ku tê zanîn gelek bi nav û deng in. Lê belê mixabin ji ber ku hinekî çêkirina wan zahmete wekî berê nema tên çêkirin. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 3 jinan ji bo ku çanda xwarinên heremî neyê jibîrkirin û zindî bihêlinrestorantek vekirine û tê de xwarinên herêmî çêdikin. Jinên ku van xwarinan çêdikin diyar kirin ku ew hem çanda xwarinên kurdî didin jiyîn û hem jî bi vî karî debara xwe dikin. 
 
Jina bi navê  Gulîstan Îbrahîmoglu ya ku dayika sê zarokane û ji Qoserê ye, diyar dike ku wê het niha ji bilî karê malê tu karekî din nekiriye lê dixwaze ku çanda xwarinên heremî ya Mêrdînê bide jîn û bi karê ku dike debara xwe bike.  Gulîstan wiha berdewam kir: “Hemû kesên li derdora min ji bo ku min teşwîkî wî karî bikin hewl dan. Piştre min jî bi sê hevalên jin re ji xwe re cihek vekir û dest bi çêkirina xwarinê kir. Ev nêzî du mehin me ev restorant vekiriye. Em li vir bi tenê xwarinên heremî çêdikin. Em naxwazin ku çanda xwarinên me bê windakirin û ji ber vê jî em tenê xwarinên herêmî yên Mêrdînê çêdikin.”
 
‘Ji ber teknolojiyê xwarinên heremî hatine jibîrkirin’
 
Gulîstan, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bi pêşveçûyîna teknolojiyê çanda xwarinên herêmî jî hêdî hêdî tê jibîrkirin û êdî wek berê tu kes xwarinên heremî çênake û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ji bo ku çanda me li ber çavên me neyê tunekirin me ev cih vekiriye. Ji bo ku xwarinên me neyên tunekirin çi ji destê me bê em ê bikin. Divê îro hemû gelê kurd xwedî li xwarinên xwe derbikeve. Ji be ku xwarinên me roj bi roj tên jibîrkirin. Dema mirov lê dinêre bi taybetî jî jinên kurd xwedî çanda xwe derdikevin. Ji ber ku çand û jiyan herî zêde bi destê jinê tê avakirin. Dema çanda kurdan ber bi tunebûnê ve diç jin xwedî lê derdikeve û ji nû de zindî dike. Her tişt bi destê jinê tê avakirin, heta jin nexwaze tu tişt zu bi zu dê tu  carî neyê tunekirin.”
 
‘Em li vir sê jin, sê heval dixebitin’
 
Gulîstan, di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku ew  serê sibehê saet 08.00’an de dest bi kar dikin û ev tişt got: “Dema em dikana xwe vedikin piştre difikirin ku îro em çi çêbikin. Em sê jin pêşî taştêya xwe dixwin û piştre dest bi çêkirina xwarinê dikin. Em xwarinên herêma mêrdînê yên wekî; kutilk, şamborek, hûr û pizûr û hrwd çêdikin.  Piştre kiryarên me yên ku li me digerin menuya me dipirsin û em jî ji wan re radigihînin. Dema ku xwarinê ji bo malê an jî ji bo cihê kar dixwazin hevalek me ya ku bi bîsîkletê belav dike heye û ew xarinê li kiryarên me belav dike  Em 3 heval in em du kes xwarinê çêdikin, hevalek me jî hem ji kiryarên me yên bi telefonê digerin re xwarinê dibe û hem jî li restoranê ji kiryarên tên re serwîsê dike. Em ji ber xwarinê ku çêdikin eleqeyeke mezin ji civakê jî dibînin. Ji me re dibêjin ku ji bo çanda xwarinên heremî neyê tunekirin we tiştekî gellek baş kiriye. Em ê hewl bidin ku vê çandê pêşve bibin û li nava civakê belav bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku hewl bidin bi keda xwe li ser piyan bimînin.”