Hêviya bazirganan ji 2019’an nema: Butçeya şer ji bêrîka me derdixin

  • 09:25 10 Çile 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Bazirganên ji ber krîza aborî gelek bi bandor bûn diyar kirin ku wê krîz di 2019’an de zêdetir kûr bibe. Bazirganan got butçeya şer wê dîsa ji bacên ji wan tê girtin bê veqetandin.
 
Bazirganên di bin siya krîza aborî de ketin sala nû, ji sala 2019’an jî hêviya wan tune ye. Hanîfe Guzel a 7 sal e li Bazara Gel a Mezin a Wanê bazirganiyê dike diyar kir ku ew yekem car krîzek wisa mezin dibînin û rojê çend firotinên wan tên kirin. Hanîfeyê wiha got: “Heta nîvro kes nayê. Tiştên me nayên firotin. Em jî nikarin berhemên nû bînin.”
 
‘Hikûmetê got krîz tune ye, lê ji bo gel heye’
 
Hanîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Desthilatdarî û çapemenî dibêje krîz tune ye. Lê ev salek em di nava krîzê de ne. Bila bên nav gel bibînin ka krîz heye an na. Bi taybet 5 meh e krîz giran bûye. Roj bi roj mezin dibe. Poşetan bi 25 kuruşî difroşin. Nikarin gel wisa bixapînin. Tevî van butçeyê ji şer re vediqetînin. Vê jî wê bi bacên me veqetîne.”
 
‘Hûn veşirêjin jî krîzek mezin heye’
 
Ayfer Akdag a li Bazara Gel a Tuşbayê 6 salan xebitî û ev 7 sal e jî dikan vekiriye destnîşan kir ku ew nikarin kirê bidin û bi tu awayî jî piştgirî nabînin. Ayferê bertek nîşanî gotinên ‘krîz tune ye’ da û got her çiqas krîz bê veşartin jî gelek bazirganan dikanên xwe girtine û krîzek mezin heye. 
 
‘Em ji bêrîka xwe dixwin’
 
Berrîn Uçar a ku ji tu derê piştgirî negirt û bi keda xwe dikan vekiriye jî bertek nîşanî rewşê da û bi lêv kir ku ji ber krîza ku kûr bûye, karê wan sekiniye. Berînê ev tişt bi lêv kir: “Em heta nîvro rûdinin. Ji nîvro şûnde hinek karê me dibe. Bihayên hilberînan zêde bûye. Lê ji bo muşteriyên me winda nebin, me bihayên berhemên xwe zêde nekirin. Berê me kîloya elyaf di 7 TL digirt, niha em bi 16, 17 TL’yî bi zor digirin. Em lihîfên ku elyaf çê dikin jî ji neçarî bi bihayê berê difroşin. Yanî em ji bêrîka xwe derdixin.”
 
‘Derbarê pêşerojê de hêviya me tune ye’
 
Berrînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku derbarê pêşerojê de tu hêvî tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nizanin wê çi bibe. Dibe ku em sibehê jî dikanê bigirin. Ji qezenckirina pere wêdetir em hewl didin dikanên xwe li ser piyan bigirin.” Berrînê her wiha bertek nîşan da ku bacên gel diçin ji şer re.