Ji bo jinên li malan dixebitin banga sendîkayê

  • 09:13 9 Çile 2019
  • Ked/Aborî
MUGLA - Yek ji endamên EVEKSEN Durdu Çetîner bang li jinan kir ku di sendîkayan de xwe rêxistin bikin. Yek ji qadên ku herî zêde keda jinan lê nayê dîtin, xebata li malan tên kirinê ye.
 
Endama Sendîkaya Jinên li Malê Dixebitin (EVEKSEN) Durdu Çetîner, diyar kir ku ji 2004’an de di sendîkayê de li dijî jiyana bê ewle bi jinan re xeta berxwedanê dihûne. Durdu ku di 2004’an de tevlî xebatên sendîkayê bû, diyar kir ku sendîka di 2009’an de bi fîîlî hatiye avakirin.
 
Di sendîkayê de xebat hemû jin in. Hemû ji jinên xebatkarên malê pêk tên. Xebatkarên sendîkayê li 27 bajarên Tirkiyeyê rêxistinkirî ne û di 5-6’ê Çile de di hevdîtina bi dirûşmeya ‘jin bi hev re xurt in’ pêk hat de cih girtin. Durdu destnîşan kir ku li dijî binpêkirina keda jinê bi rêxistinên civaka sivîl re divê piştevanî bê hunandin û wiha got: “Kar li şûna fabrîkayan, li malan rojane tê kirin. Lê ger li fabrîkayan ba wê mafên wan hebûna.”
 
‘Ewlehiya jinan tune ye’
 
Durdu daxuyakirin ku bi giştî mêr di karên bi ewle de tên xebitandin û jin jî di bin navê ‘Piştgiriya aboriya malbatê’ de tên xebitandin û keda jinan nayê dîtin û got: “Bi taybet jî keda jinên kevanî nayê dîtin. Jin li zarokan, kal û pîran û her karê malê dikin. Ji ber vê me dest bi têkoşîna sendîkal kir. Dema em xwe rêxistin bikin em ê zêdetir xurt bibin.”