Aborîst Pelîn Kilinçarslan:Malbat nîvê hatina xwe ya mehane didin deynan

  • 09:11 7 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Safiye Alağaş
 
STENBOL - Aborîst Pelîn Kilinçarslan diyar kir ku ji ber krîza aborî malbat deyndar dibin û yên herî deyndar jî kesên ku dahatuya wan a mehane kêmtir in. Pelînê wiha got: "Deynê malbatan di serê salên 2000’î de ji sedî 4,5 bû û niha derketiye ser ji sedî 50’yî."
 
Ji Zanîngeha Koç, aborîst Pelîn Kilinçarslan ku teza doktorayê amade kir teza xwe li ser tecrubeyên deyn ên dema krîzê amade dike. Li ser mînakên Yewnanîstan û Tirkiyeyê tecrubeyên jinan’ didomîne û balkişand ser bandora krîzê ya li ser jinan.
 
Pelînê behsa deynên malbatan a ji qertên krediyê heta her cureyê deynê krediyê kir û got divê di perspektîfa zayenda civakî de li mijarê bê mêzekirin. Pelînê bi lêv kir ku di salên 1980’ê de bi taybet dewlet, şîrket, malbat û sazî deyndar dibûn û wiha got: “Lê veguherînek mijara gotinê ye. Ev jî bi bandorkirina dewletê ya li ser jiyana mirovan e. Bêewlehî û newekhevî bû sedema zêdebûna deynên malbatan. Bû sedema zêdebûna deyn. Îro bi mîlyonan mirov bi qerta krediyê jiyana rojane didomîne.”
 
‘Hemû hilberînê jin dikin’
 
Pelînê daxuyakirin ku hemû hilberîna ji nû ve jin dikin û ev tişt anî ziman: “ Ji rojên ku Yewnanîstan û Tirkiye di rêxistinbûna pêşxistina aborî û hevkariyê de bûn heta niha deyn her çûye zêde bûye. Rêjeyên bikarhêneriya mehane li Tirkiye ûYewnanîstanê zêde bûn. Her du welat di alî deyndarkirina malbatan de dişibin hev. Ji salên 2000’î heta niha deyn li Tirkiyeyê 6 kat li Yewnanîstanê jî 2 kat zêde bûn. Yewnanîstan di salên 2000’î de ji sedî 13 bû û niha bûye ji sedî 70’ê. Tirkiye ji sedî 4,5 bû û niha ji sedî 50 derbas kiriye.”
 
‘Cudahiya herî mezin îstîhdama jinê ye’
 
Pelînê bi lêv kir ku di navbera Yewnanîstan û Tirkiyeyê de rêjeya tevlîbûna hêza kar û îstîhdamê ya jinê cuda ye û got li Yewnanîstanê beriya krîzê tevlîbûna îstîhdama jinê ji sedî 50 bû û li Tirkiyeyê ev 30 bû. Pelînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Yewnanîstanê piştî krîzê şûnde ev 10 sale bi giştî kontrolek pere heye. Li Yewnanîstanê ji ber banka ji ber deyn bi hêsanî nayên dayîn hema wisa hêsan krediyan nadin. Lê li Tirkiyeyê rewş cuda ye. Kesên ku hatina wan a bi rêk û pêk heye dikarin krediyê bigirin.”