Li dijî kîsikên bi pere bertek: Ne hawirdorê sermayeyê difikirin

  • 09:14 5 Çile 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî kîsikên êdî bi pereyan tê girtin dan û diyar kirin ku êdî nizanin çi bikin û bi lêv kirin ku ew bi zor nan digirin wê çawa kîsikan bigirin.
 
Di çarçoveya sererastkirina di Qanûna Di hinek Qanûnan de guherîn û Kanûna Hawirdorê de kîsikên dan û standinê êdî bi pere tê girtin. 
 
Piştî pêkanînê şûnde gelek kes bi tûrikên xwe diçin dan û standinê û hinek jî bi 25 kuruşî poşetan digirin. Hinek jî li şûna poşetan bigirin alavên xwe dikin destên xwe û dibin.
 
‘Êdî nizanin çi bikin’
 
Jinên Wanê jî bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ev pêkanîn bi armanca ku pere bi sermayeyê bidin qezenckirin ketiye meriyetê û bi lêv kirin ku ew bi zor nan dikirin, wê çawa kîsikan bikirin.
 
Jina bi navê Aliye Guler wiha got: “Em hem dan û standinê dikin hem poşet dikirin. Krîza aborî heye êdî nizanin çi bikin. Hewl didin mirovan mexdur bikin. Kasîyer dipirse ‘hûn poşet dixwazin’. Çi pirsek ecib e. Bêguman em ê bikirin, ma em alavan çawa bibin malê.”