Krîza aborî bandora xwe li ser karê Baharê jî kir

  • 09:03 1 Çile 2019
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG-Li Tirkiyeyê krîza aborî her roj kurtir dibe û ji vê krîzê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jina bi navê Bahar Kazandioglu ya ku 2 sal in bi çêkirina lihêfan debara xwe dike,  bertek nîşanî neçareserkirina krîzê da û got ku ku ji ber vê krîzê karê wan nema dibe.
 
Bi buhabûna dowîz û zêdebûna enflasyonê re li Tirkiyeyê krîza aborî her roj kurtir dibe. Li Colemêrgê jina bi navê Bahar Kazandioglu 2 sal e bi çêkirina lihêvan debara xwe dike. Baharê diyar kir ku ji ber aloziya aborî karê wan sekiniye û got ku roj bi roj krîz mezintir dibe. 
 
'Firotina lihêfan gelek kêm bûye'
 
Baharê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku krîza aborî bandora neyînî li ser karê wan dike û wiha axivî;”Em ji berê û heta niha bi karê çêkirina lihêfan debara xwe dikin. Di demsala havînê de dema birîna pez em diçîn gundan hiriyê kom dikîn û piştî ku me hiriya xwe şûşt em şe dikîn. Çêkirina lihêfan ewqas ne hêsan e. Me di serî de karê xwe yê çêkirina lihêfan li malê dikir û me dianîn li bazarê difirotin. Piştî ku me karê xwe mezin kir, me kargeh vekir. Di salên destpêkê de karê me pir baş û serkeftî bû. Me şev û roja xwe dikir yek dîsa jî em nedigihiştîn daxwazên kiriyarên xwe. Lê niha xebateke wisa tune ye. Sal bi sal krîza aborî mezintir dibe. Em serê sibehê kargehê vedikîn û heta êvaran tu kes nayê. Ew keda ku em didîn vala diçe. Em her mehê herî zêde 2 yan jî lihevekê difiroşîn.” 
 
'Hesabê sûkê û malê li hev dernakeve'
 
Baharê da zanîn ku krîza aborî di heman demê de danûstandina ku ew ji malê re jî dikin bi bandor kir û ev tişt got;"Berê gel li gorî pêdiviyên xwe dan û stendin dikir. Lê niha dema em diçin sûkê em nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Ji ber ku hesabê malê û sûkê li hev dernakeve. Krîza aborî bi qasî bajarên biçûk, ji barên mezin bandora xwe nake. Zem krîzê kurtir dike. Li dijî krîza aborî divê ku mirov ewqas jî bêçare nemîne. Welatî ji ber ku nikarin  ji malê re nan bistînînin bi hêrs in.  Krîza aborî di heman demê de bi xwe re aloziya civakî tîne. Divê bi lez ji krîza aborî re çareserî bê dîtin. Ger ku wiha biçe dê roj were mirov dê ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin.”