Gulîstan Atasoy: Di 2019’an de jî wê têkoşîna aştiyê esasa ewil be

  • 09:07 31 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
ENQERE - Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku wê di 2019’an de jî ji kar avêtin pêk bên û kedkar bi taybet jin wê zêdetir bên xizankirin. Gulîstanê got wê di 2019’an de jî têkoşîna ji bo aştiyê di rojeva wan a sereke de be û di şexsê Leyla Guven de azadiya hemû girtiyên jin xwest.
 
Sekretera jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy sala 2018’an di alî kedkaran de nirxand û got wê sala 2019’an jî ji bo kedkaran bi têkoşîn derbas bibe.
 
Gulîstanê bi lêv kir ku dema sala 2018’an bi giştî bê nirxandin bi rejîma nû re hemû sazî bi rejîma Qesrê tên bi rêvebirin û wiha got: “Li dijî jinan êrîş zêde bûn. Jinan bi berxwedana xwe bersiv dan. Bi taybet li dijî mafên hatine qezenckirin êrîş pêk hatin. Têkoşîna jinan wek xetere dîtin û hewl dan zêdetir bi mêran ve girê bidin. Ji bo pêşî li destberdanê bibirin hewl dan. Komîsyon ava kirin. Ji bo sînorkirina nefeqê amadekarî hatin kirin.”
 
‘Sala 2019’an jî wê bi têkoşîn derbas bibe’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku rojeva wan a 2019’an jî diyar e û got: “Wisa xuyaye wê êrîş bidomin. Ev wê ji bo jinan nexşerêyek nû ava bike. Di alî kedkaran de OHAL’ê bandorek mezin li ser rêxistinbûyinê û sendîkayan kir. Di 2018’an de bi rêxistibûyinê re êrîş zêdetir bûn. Ji kar avêtin. Bi KHK’a îxrac kirin. Bi OHAL’ê re pêkanîn veguherîne rejîmek nû û wisa berdewam dike. Di rejîma nû de ji bo kedkar xwe biparêzin astengiyên mezin hene. Em ji bo ev astengî rabin bernameyê dimeşînin. Ji ber bi rastî em pirsgirêkên mezin dijîn. Ji bo kedkarên ji kar hatine avêtin ji nû ve vegerin karê xwe em ê bernameyê bimeşînin. Ev yek ji sernavên me yên herî girîng ya rojeva me ye.”
 
‘Polîtîkayên ku civakê xizan dike wê bidome’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku wê ji karavêtin di 2019’an de jî pir zêde bên jiyîn û ev tişt bi lêv kir: “Kedkar bi taybet jî jin wê zêdetir bên xizankirin. Di vê pêvajoya ku betalî zêde bûye de li hember kedkaran jî êrîşên cidî hatin jiyîn. Li 5 bajarên me wek KESK’ê mîtîng pêk anî. Em dibînin ku civak bi rastî pirsgirêkên cidî dijîn. Polîtîkayên ku civakê xizan dikin wê bidomin. Em ê jî li dijî van polîtîkayan li berxwe bidin.”
 
‘Di şexsê Leylayê de ez ji hemû girtiyan re azadiyê dixwazim’
 
Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew di şexsê Leyla Guven de ji bo hemû girtiyên jin azadiyê diwaze û bang li hemû kesî kir di sala nû de di zemîna têkoşîn û wekheviyê de bên cem hev.