Karkerên di çalên mirinê de dixebitin bi mehane maeşên xwe nagirin

  • 09:06 29 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
ŞIRNEX - Li bajarokê Balveren ê Şirnexê karkerên di kana Komirê de di nava şertên giran de dixebitin, hat hînbûn ku 5 meh in maeşên wan nedanê.
 
Kanên Komirê yên li Şirnexê ku wek çalên mirinê tên binavkirin, gelek bi rêbazên derveyê qanûnî tên xebitandin. Kanên Komirê yên ji salên 1970’ê heta niha hene, piştî salên 1990’î şûnde bi hinceta kaçax in hatin girtin. Piştî vê bi riyên kaçax dîsa hatin vekirin û ji salên 90’î heta niha bi qezayên ku tê de tên jiyîn tê rojevê. Sala borî di meha cotmehê de di kana komirê ya 5 kîlometre ji Şirnexê dûr e hezaz pêk hat û 8 kesî jiyana xwe ji dest da. Piştre di kanên bajaroka Balverenê de jî ketibûn çala avê û jiyana xwe ji dest dan.
 
‘Em bi deyn debara xwe dikin’
 
Derket holê ku di kanek komirê ya li heman herêmê ye karkar di rewşa giran de dixebitin û her wiha 15 xebatkarên li wir ev 5 mehe maeşên wan nadên. Bi hinceta ku komira dertê nayê firotin pereyê karkeran nayê dayîn. Karkeran diyar kirin ku ev 5 mehe pereyê xwe negirtine, mexdûr bûne û bi deyn debara xwe dikin.