Sala 2018’an a jinên ji bo keda xwe têkoşîn dan: Berxwedana bê navber

  • 09:03 29 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Li Tirkiyeyê di 2018’an de bi krîza aborî re qada îstîhdama jinan teng bû û ewil jin ji kar hatin derxistin. Jinên wek hêza kar a erzan hatin xebitandin û bêyî sendîka hatin xebitandin seranserê salê li dijî şert û mercan berxwe dan.
 
Li Tirkiyeyê ji ber şîdeta aborî ya li hemberî jinê ji her 10 jinan 3 heb tevlî jiyana aboriyê bûn. Ji 4 jinan yek wek karkera malê ya bê heqdest xebitîn. 
 
Cînayetên kar yên jinan zêde bûn
 
Seranserê salê cînayetên kar ên jinan jî zêde bûn. Şîdeta li hemberî jinan û binpêkirina kedê bandor li ser jinan kir û ev bi daneyên hatin parvekirin hat dayîn. Di cînayetên kar yên jinan de ji sedî 51 qezayên trafîk û serwîsan bûn. Jinên karker yên bi kamyon, traktor an jî mînîbusan dibirin ser kar qeza derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan.
 
Ji sedî 52’ê cînayetên kar ên jinan di qada çandiniyê de bûn. Ji sedî 9 jî di beşa Tekstîl-Çerm de pêk hatin. Ji sedî 8 di beşa tenduristî û ji sedî 7 jî beşa kar a starbûnê bû.
 
Herî kêm 21 hezar û 22 karkerî jiyana xwe ji dest dan
 
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Tenduristiya Kar û Karker ji sala 2002’an heta niha di dema desthilatdariya AKP’ê de ji ber cînayetên kar herî kêm 21 hezar û 22 karkerî jiyana xwe ji dest dane. Komkujiya Soma,Davutpaşa, Ermenek, Ostîm, Torunlar, Esenyurt di vê pêvajoyê de hat jiyîn.
 
Herî kêm 104 jinî jiyana xwe ji dest da
 
Li gorî rapora ku meclîsa ÎSÎG di meha Kanûnê de weşandiye di 10 mehên ewil ên salê de herî kêm 797 karkerî jiyana xwe ji dest dane û ji van 104 heb karkerên jin bûn. Cînayetên kar di beşa înşat, sanayî, çandinî û bazirganî de hat jiyîn. Herî zêde li bajarên Stenbol, Kocaelî, Bursa, Edene, Aydin, Samsun, Zonguldak, Îzmîr û Mersînê hatin jiyîn.
 
Herî kêm 357 zarokî jiyana xwe ji dest dan
 
Li gorî lêkolînan ji 2013’an heta 10 mehên ewil ên 2018’an li Tirkiyeyê herî kêm 357 zarok ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Mirinên zarokan herî zêde li Edene, Riha û Dîlokê pêk hatin. 
 
Karkerên flormarê 7 meh in di nava berxwedanê de ne
 
Ji 100’î zêdetir karkerên flormarê bi hinceta sendîkayî ne di 15’ê Gulanê de ji kar hatin avêtin. Ji karkerên ku piranî jin bûn li ber fabrîkaya ku li Herêma Sanayî Organîze ya Gebze ya Kocaeliyê ye dest bi berxwedanê kirin. Li ser çapemeniya civakî bi etîketa #FlormarDeğilDirenişGüzelleştirir piştgirî dan karkeran. Her wiha ji gelek aliyan piştgirî hat. Karkeran banga boykotkirina flormarê kirin. Çalakiya jinên karker 7 meh in didome.
 
Derbarê jinan de dane nehat girtin
 
Yek ji pirsgirêkên ku di salê de hat jiyîn di jiyana kar de rewşa derveyê qeydê xebitandin bû. Derveyê qeydkirinê xebitandin zêde bû. Ji ber krîza aborî yên herî zêde ji kar hatin derxistin jin bûn. Gelek sendikayan ev kirin rapor lê der barê jinan de tu dane nehatin girtin.
 
‘Betaliya jinan gihaşt ji sedî 15’yî’
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu derbarê sala 2018’an de nirxandin kir û balkişand ser betaliya jinan û wiha got: “Îro li Tirkiyeyê betalî derketiya asta jor. Li Tirkiyeyê betalî êdî rastiyek e. Li her malbatê êdî kesek betal heye. Kesên zanîngeh xwendine betal in. Ev rewş bi krîza aborî re zêdetir bû. Yên ewil para xwe ji krîzê girtin jin bûn. Bi krîzê re li Tirkiyeyê betaliya jinan gihaşt ji sedî 15’an.”
 
Arzuyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê xebata derveyî qeydê jî hîna ji sedî 40 û li gorî mêran rêjeya jinên derveyî qeydê dixebitin zêdetir e. Arzuyê ev tişt daxuyand: “Nîvê jinên dixebitin hîna derveyî qeydê dixebitin. Ev jî wekheviya zayendî ya civakê nîşan dide. Ligel vê em bandora giran a krîza aborî dijîn. Daneyên aborî jî vê nîşan didin. Encamên krîzê wê di 2019’an de baştir bê dîtin.”