‘Dikana min ji ber krîzê hat asta girtinê’

  • 09:05 28 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Nêzî 30 jinên ku bi projeya NY’ê ji xwe re kargerî vekiribûn ji ber krîza aborî neçar man dikanên xwe bigirin. Halîme Olmez a bi dikana patîleyan debara xwe dike, bi pereyê ji vir qezenc dike li sê zarokên xwe yên astengdar dinêre.
 
Li Wanê di çarçoveya projeya NY’ê de 30 jinî ji xwe re dikan vekirin. Di projeya 8 sal berê pêk hat de jinan dikan vekirin. Yek ji van jinan jî Halîme Olmez a 47 salî bû. Li Kolana Maraşê ya navçeya Îpekyol a Wanê dikana patîle ya bi navê ‘Zerya’ vekir. 3 zarokên Halîmeyê astengdar in û ji Elbaq a Şirnexê koçî Wanê dikin. Hevjînê wê qezaya trafîkê derbas dike û piştre ji neçarî ew tenê dixebite. Halîmeyê wiha got: “Seroka Komeleya Astengdarên Nabihizin behsa projeyê kir. Min jî qebûl kir. Me proje bi hev re amade kir. Ez bûm yekem. Tenê 32 jinên ez nas dikim bi keda destê xwe proje amade kirin û pêşkêşî Ewropayê kirin. Bêguman ev bê belge nabin. Me li dibistanên pîşeyî 6 mehan perwerde dît û belge girt. Min dukan vekir.”
 
‘Jin neçar man dikanan bigirin’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku piştî dikan vekiriye piştgiriya ku dewletê ji bo zarokên wê didan jî hat birîn û wiha got: "Berê karê me baş bû. Muşteriyên me pir bûn. Lê bi krîza aborî bandorek mezin li me kir. Dikan yek bi yek hatin girtin. Dikana min vekiriye lê em pir zehmetiyan dikşînin. Em wek berê kar nakin."
 
Halîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê me sîparîşa xwarinên herêmî, paste, patîle, kutilk û gelekên din digirt. Lê niha em tenê patîle çê dikin. Rojê 7-8 kes tên. Karekî din ê ez bikim tune ye. Ez neçar im debara xwe bikim. Hevjînê min piştgiriyê dide min.”