'Di ezmûna jiyanê de ez bi îradeya xwe bi ser ketim'

  • 09:07 24 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Rûken Goman
 
QAMIŞLO - Jina ji lingê xwe astengdar Meha Mehmûd,ku tevî hemû şert û mercan têkoşîna jiyanê dide, çîroka xwe bi mere parve kir û wiha got:" Di ezmûna Jiyanê de ez bi îradeya xwe bi ser ketim." 
 
Meha Mehmûd jina ji bajarê Terbespiyê ya Kantona Qamişlo (32) ji zaroktiya xwe de ji herdû lingên xwe astengdar e û nikare bimeşe xwedî îradeyeke xurt e û bi karê dirûtina cil û bergan debara xwe dike. Meha çîroka xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'Hêviya min her dem mezin bû'
 
Meha Mehmûd wiha çîroka xwe vedibêje:" Di temenê 10 salî de ez ji dîwarekî bilind ketim û ew bû sedema astendariya min. Ji ber ku  rewşa malbata min ya aborî ne baş bû min nikaribû li gel doktorên pispar dermankirina xwe bikira. Dema hêviya min ji tevgera lingê min qut bû, êdî min biriyar da ku her roj bi jiyanê re têkoşînê bidim. Di biçûkaniya xwe de ji dayîka xwe fêrî dirûnê bûm û min ji xwe re kir armanc ku bibim pirspor di vî karî de. Ji ber ku hêviya min her zindî bû."
 
'Ez bi îradeya xwe bi ser ketim' 
 
Di berdewamiya axvtinên xwe de Meha balkişand ser zehmetiyên ku di jiyana xwe de bi wan re rûbirû mayê  û wiha got: "Despêkê tu kesî  bawer ne dikir ku jineke astengdar a li erê dirêjkirî tiştekî wiha bike. Lê min bi hêz û xebata xwe xwe da îpatkirindikarîn. Ji ber ku jiyan ji bo min ezmûn bû û ez di ezmûna xwe  de bi ser ketim. Niha jî jin ji tevahî herêma cizîrê tên gel min ji bo ku cil û bergên xwe bidirûn û dema ku vê hewldana min dibînin jî gelek kêfxweş dibin. Ji bo wê jî ez dibêjim bila mirov bê hêvî ne mine û tiştekî ku nabe tûne ye.   Bi îradeya azad jin dikare li hember hemû astengiyên jiyanê têbikoşe."