‘Ji krîzê herî zêde jin bi bandor dibin’

  • 09:12 22 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Endama MYK'a ESP’ê Sadiye Ok diyar kir ku krîza aborî herî zêde qada jiyana jinê teng kiriye û got fatura krîzê ne jin, divê desthilatdarî û patron bidin û ji vê divê hemû jin bên cem hev, xwe rêxistin bikin û têbikoşin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî  ya MYK'a ESP’ê Sadiye Ok derbarê krîza aborî de nirxandin kir û diyar kir ku modernîteya kapîtalîst xwe dispêre krîzê û ji ber vê jî pergalek li ser binpêkirinê hatiye avakirinê ye. 
 
‘Firingî ji sedî 9 biha bû’
 
Sadiyeyê di berdewamiyê de wiha got: “AKP bi krîzek cidî re hatiye rû hev. Bi israr jî dibêje krîza aborî tune ye. Lê bêguman ev dere we. Welatî nikarin fatureyên xwe, deynê krediyên xwe bidin. Gelek bazirganî dikan girtin. Mirov nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin. Bi taybet jin li bazaran nikarin tiştekî bikirin. 2 kîlo firingî bûye 10 TL. Ji sedî 9 bihayê firingiyan zêde bûye.”
 
‘Muxatabê xizaniyê dîsa jin in’
 
Sadiyeyê destnîşan kir ku krîza aborî tê wateya ku jin wê betal bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji ber krîzê mêr berê xwe didin jinan. Ji ber krîzê gelek dikan tên girtin. Jin û mêrên li van deran dixebitin betal dimînin. Jin hepsê malê tê kirin, mêrên di alî aborî de pirsgirêkê dijîn jî berê xwe didin jinan. Ev jî tê wateya ku şîdeta li ser jinê zêdetir dibe. Muxabatê ewil ê xizaniyê dîsa jin e. Ji ber neçar e zarokên xwe têr bike. Ji ber vê jî hem di alî aborî de hem di alî derûnî de jin du car mexdur dibin.”
 
Sadiyeyê bi lêv kir ku Tirkiye di îstîhdama jinê de li cîhanê di rêja 131’emîn de ye û got: “Di alî sanayî û pêşketinê de Tirkiye di rêza cîhanê de gelek şûnde dimîne. Lîrayê Tirkiyeyê di sala dawî de li gorî pounda Sûriyeyê ji sedî 36 nirx winda kiriye. Li Tirkiyeyê îstîhama jinê jî ji sedî 20 e.”