Bandora qeyrana aboriyê ya li ser sewalkariyê

  • 09:06 21 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê ji ber aloziya aborî her qadên jiyanê bi awayekî neyînî bi bandor bûn. Heta niha ji bihakirinê zêdetir hikûmet, bi tu awayî nekete nava hewlêdanên çareseriyê. Ji aloziya aborî sewalkariyê jî para xwe girt. Li herêma Colemêrgê ji ber bihabûna giya û ka gel nêçar maye û nikare êdî pez xwedî bikin. 
 
Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj kûrtir dibe. Her qadek aboriyê para xwe ji aloziya aborî girt. Li Colemêrgê  ji berê de heta niha zozan tên  qedexekirin. Li herêmê bi salane gel bi xwedîkirina pez debara xwe dike. Lê îsal ji ber aloziya aborî   giya û ka biha bûn û gel neçar maye. 
 
‘Ev 50 sal in ez pez xwedî dikim, min tu salan bi qasî van salan zehmetî nekişand’
 
Feyroz Yigit, ya ku bi salane şivantiya pez dike anî ziman ku ew bi salane pez xwedî dike û got ku wê tu car qasî îsal zehmetî nekişandiye û wiha axivî;” Hikûmet bi salane zozanên me qedexe dike. Em ne di mehên havînan de ne jî di zivistanan de dikarin pez xwedî bikin. Em bi xwedîkirina pez debara xwe dikin. Lê di van salên dawî de karê me hatiye asta herî xirab. Ji ber qedexeyên dewletê jiyana me hatiye sekinandin. Îsal em pir zêde zehmetiyê dikşînîn. Ev 50 sal e ez pez xwedî dikim, emrê min tev bi xwedîkirina pez ve derbas bû. Lê min tu salan qasî îsal zehmetî nedît. Giya û ka biha bûye. Ez nikarim pez xwedî bikim. Min îsal  12 ton giyan kirî hemû 12 hezar pere girt. Ez ji qezenckirinê zêdetir zirarê dibînim. Di dawiyê em ê êdî nikaribin pez xwedî bikin.” 
 
‘Ji ber aloziya aborî êdî tu kes nikare sewalkariyê bike’
 
Feyrozeyê bi lêv kir ku ew di demsala havînan de ji bo ku biçin zozanên xwe destûr dixwazin wisa diçin û wiha dom kir;” Li ku derê hatiye dîtin ku mirov ji bo ku biçe zozanên xwe mirov biçe destûrê bixwaze? Li dijî me ev helwest heye. Em her sal diçûn Berçelanê. Lê em niha nikarin bi tu deveran ve biçin. Bi qedexeyan jî aloziya aborî bi zanebûn kûr dikin. Êdî gel nikare xwe xwedî bike. Sewalkarî li vir dimre. Ji xwe ji bo ku sewalkarî li Tirkiyeyê bimre dewlet di nav tevgerê de ye. Daxwaziya wan jî ew e ku mirovan mecburî xwe dikin.”
 
‘Wiha berdewam bike herkes dê dawiyê pezê xwe bifiroşe’
 
Feyrozeyê herî dawî got ku bihakirina giya û ka dibe sedema firotina pez û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Ez çiqas giya, kayê bikirim ez di warê aborî de ewqas dikevim tengasiyê. Ji ber aloziya aborî em tu sûdê ji xwedîkirina pez nagirin. Rewş wiha berdewam bike, li heremê herkes dê dawiyê pezê xwe bifiroşe. Divê rayeder ji bihakirinê zêdetir çareseriyê ji vî tiştî re bibînin.”