ÎSÎG: Heri kêm 108 karkerên penaberên koçber jiyana xwe ji dest dan

  • 14:38 18 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL- Meclîsa ÎSÎG'ê, bi minasebeta Roja Koçberên Cîhanê rapora cînayetên karkerên Penaberan aşkere kir. Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku herî kêm 108 karkerên penaber û koçber di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dan. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), bi minasebeta Roja Koçberên Cîhanê rapora cînayetên karkerên Penaberan aşkere kir. Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku herî kêm 108 karkerên penaber û koçber di cînayetên kar de ji yana xwe ji dest dan. Meclîsê anî ziman ku heta niha bi qasî tespît kirine herî kêm 108 karkerên koçber û penaber di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê destnîşan kir ku sal bi sal hêjmar zêde dibe û wiha got: “Di sala 2013'an de 22, di 2014'an de 53, di 2015'an de 67, di 2016'an de 96, di 2017'an de 88 û di sala 2018'an de jî 108 karkerên koçber û penaber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclîsê da zanîn ku îsal ji karkerên ji yana xwe ji dest dane jê 48 karker ji Sûriye, 28 karker ji Afganistanê, 5 karker ji Azerbaycanê, Ji Iraqê, Pakistan û Turkmenistanê her yek 4 karker, Ji Gurcistan, Îran, Rusya û Ukraynayê her yek 2 karker û ji Hindistan, Kirgızistan, Macaristan, Nijerya, Ozbekistan, Tacikistan û Zimbabveyê jî ji her welatekî karekrekî jiyana xwe ji dest dan.