Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Em ê bi hev re têbikoşin

  • 15:42 15 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
EDENE - Mîtînga KESK’ê ya Çukurova li Qada Ugur Mumcu dest pê kir. Di mîtîngehê hat gotin ku ewê bi hevre têbikoşin.
 
Mîtînga Herêma Çukurova ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), a bi şîara “Li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê bi hev re têkoşîn” li  Qada Ugur Mumcu dest pê kir. Parlamenterên HDP’ê yn Edeneyê Tulay Hatîmogullari û Kemal Pekoz, nûnerên Malên Gel, HDP, DBP, CHP, EMEP, ESP, Tevgera Hezîranê, DÎSK’ê û gelek kes beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de pankartên “Ji butçeya şer û rantê re na, ji bo gel butçe”, “Bi înad azad, bi înad aştî û bi înad yekitî” vekirin û dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Emê berdêla krîzê nedin” hatin berz kirin. 
 
Polîsan li derdora qadê çar nokteyên lêgerînê danîn. Ji welatiyên ketin qadê, Uzeyir Kilgi, Nezîr Tokadam û Ekrem Opler bi hinceta ala TJA bi xwe re anîne hatin binçavkirin.
 
Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Dogan axaftina vekirinê ya mîtîngê kir û wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ya 16 salan, bi krediyên li welatiyên emperyalîst ên cîhanê digre, dixwaze bûrjûwaziya xwe ava bike. AKP êdî nikare deynê krediyên xwe bide. Ji ser vê welat ketiye nava krîzek mezin. Ji bo xwe ji vê xelas bike niha jî dibêje ‘em di heman kêştiyê dene.’ Bi vê dixwaze berdêla krîza aborî bi me karkeran bide. Na! Em ê tu carî berdêlên vê krîzê nedin. Ên ku bûn sedema krîzê divê, ew bixwe bedêla wê bidin.”
 
Hatina welatiyan a qada mîtîngê berdewam dike.