Ji KESK’iyan bo mîtîngê bang: Em li dijî binpêkirinê dakevin qadan

  • 09:13 15 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - KESK li dijî krîza aborî, betalî û bêewlehiyê bi dirûşma ‘Bedela krîzê ne kedkar, yên afirandine bila bidin’ wê li Amedê mîtîngê pêk bîne. Jinên kedkarên cemawerî banga tevlîbûna mîtîngê kirin û diyar kirin ku li dijî binpêkirinê li qada bin.
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) li dijî krîza aborî, betalî û bêewlehiyê bi dirûşma ‘Bedela krîzê ne kedkar, yên afirandine bila bide’ wê di 16’ê Kanûnê de li Qada Îstîsyonê ya li Amedê mîtîngê pêk bîne. Tê payîn ku ji Sêrt, Êlih, Wan, Riha, Bedlîs, Dêrsîm, Semsur, Şirnex, Elezîz, Mûş, Mêrdîn û Çewlîkê gelek kes tevlî bibin. Jinên KESK’ê jî banga tevlîbûna mîtîngê kirin.
 
‘Daxwazên me mafdar û rewa ne’
 
Sekretera Jinan a BES'ê ya Amedê Serap Kiliç jî banga tevlîbûna mîtîngê kir û got mîtîng bi hevkariya dîsk, TMMOB, TTB û rêxistinên ked û pîşeyî wê pêk bê û wiha got: “Em ê li dijî butçeya ji şer û rantê re hatiye veqetandin dengê xwe bilind bikin. Daxwazên me mafdar û rewa ne. Di hawira krîz û enflasyona bilind de mafên me hatin xespkirin. Divê ev windabûnên me demildest bên bidestkistin. Ji bo xebatkarên cemawerî peymana komî hat îmzekirin. Ev jî wê bandorê li maeşê me bike.”
 
Serapê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di demên dawî de bi taybet li hember jinan xepskirina mafan pêk hatiye û jin di destûrên şîr û welidinê de rastî dijhiqûqiyên cidî hatine. Serapê wiha got: “Bi van zextên hatine ferzkirin re hewl hatiye dayîn ku jinan hepsê malê bikin. Hikûmetê gotina ‘bila jin li zarokên xwe binêrin û nîv rojê bixebitin’ wek mizgîniyê di çapemeniyê de pêşkêş kiriye. Hedefa wan ev e ku jinan ji qada kar dûr bixin. Divê em ji bo mafên xwe li mîtîngan li qadan cihê xwe bigirin.”
 
‘Em dixwazin dengê kedkaran bidin bihîstin’
 
Hevseroka SES'ê ya Amedê Gonul Adibellî jî diyar kir ku her kes ji bo dengê xwe li dijî binpêkirina kedê bilind bike divê tevlî mîtîngê bibin û destnîşan kir ku mîtînga herêmê ya pêk tê ji ber hewcedariyê wê pêk bê. Gonulê her wiha daxuyakirin ku yên herî zêde keda wan tên binpêkirin jin in û divê bi taybet jin li qadê cihê xwe bigirin.
 
Sekretera Jinan a Hejmara 1'ê ya Egîtîm Sena Amedê Zeynep Aykat jî di axaftina xwe de balkişand ser binpêkirina kedê û destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî fatureya krîza aborî ya li gel tê birîn dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.