‘Karkerên flormarê di şopa karkerên Novamed de diçin’

  • 09:11 15 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Sîbel Ozalp
 
STENBOL - Karkerên berxwedana flormarê tevî her tiştî berxwedana xwe didomînin. Çalakiya wan ket roja 215’an û ev çalakiya wan berxwedana 81 jinên di fîrmaya Novamed ya 12 sal berê dabûn destpêkirin û 448 rojan berdewam kiribû bibîr dixe.
 
Piranî jê karkerên jin ên di fabrîkeya Flormarê ya Gebzeyê dixebitin di meha Gulanê de ji ber şert û mercên fîrmayê di Sendîka Petrol-Îş de xwe bi rêxistin kiribûn û ji ber vê ji kar hatibûn derxistin. Li ser vê karkeran dest bi berxwedanê kirin û çalakiya wan di roja 214’an de didome. Çalakiya wan tevî hemû astengiyan heta îro berdewam kir û ji her derê piştgiriyek mezin girtin.
 
‘Sendîkayîbûn maf e’
 
Hinek jin serê sibehê saet 07.00’an de bi serwîsa Sendîka Petrol-ÎŞ, hinek jî bi derfetên xwe tên cihê çalakiyê. Jin diyar dikin ku wê ji zarokên xwe re siberojek bi rûmet bihêlin û wiha gotin: “Em bêyî sedem hatin derxistin. Sendîkayîbûn maf e. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Şukran Akyildiz wiha got: “Bi rojane em li berxwe didin. Heta em mafên xwe negirin em ê têbikoşin. Me tazmînat negirt. Karsaz mafê me neda. Em ê heta dawî li berxwe bidin." 
 
Nurhan Guler a 14 salan di flormarê de xebitî jî diyar kir ku ew dest ji têkoşînê bernadin û wiha got: “Em di çileyê 2018’an de bû endamê sendîkayê. Patronên me qebûl nekirin û gotin dest jê berdin. Lê em bi biryar bûn. Di dawiya Adarê de belgeyên me hatin. Ez di 15’ê Gulanê de ji kar hatim derxistin. Me tazmînat negirt. Mîsyonek me ya ku em hemû karkeran temsîl dikin heye. Em dest ji doza xwe bernadin. Sendîka maf e. Ne Flormar, berxwedan xweşik dike. Em dixwazin her kes Flormarê boykot bike.”
 
Çalakiya karkerên Flormarê berxwedana 81 jinên di fîrmaya Novamed a 12 sal berê dabûn destpêkirin û 448 rojan berdewam kiribû bibîr dixe.