KESK’ê banga tevlibûna mîtîngê kir

  • 15:51 14 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
AMED - Platforma Şaxan a KESK'ê bi dirûşma "Bila bedela krîzê kdkar nedin kesên krîz derxistin bila bidin" ji bo mîtînga gerêmê ku wê li Amedê li dar bixin banga tevlibûnê kir. 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) dê bi dirûşma “Li dijî feqîrî, bêkarî û bêewlehiyê bi hev re têkoşîn” di 16’ê kanûn3e de li Qada Îstasyona Amedê mitînga herêmê li dar bixe. KESK’ê bi armanca bangewaziya beşdariya mitîngê li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Aysun Gezen û rêveberên şaxên KESK’ê ya Amedê beşdarî civînê bûn. 
 
'Li dijî binpêkirinên mafan tevli mîtîngê bibin' 
 
Hevserok Mehmet Bozgeyîk di destpêkê de axivî û  bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk, betalî, feqîrî û bêewlehiyê ya li Tirkiyeyê û got ku ewli dijî van pêkanînan bi aliyên muxalîf re li dijî vê yekê têkoşiyan e. Mehmet Bozgeyîk got dê ew li dijî van hemû pêkanîn di 16’ê Kanûnê de li Amedê mitînga herêmê li dar bixin û hemû kes vexwend mitîngê. Bozgeyîk da zanîn ku krîza aborî tesîrek neyînî li ser hemû aliyên li Tirkiyeyê dike û hemû ev aliyên muxalîf rastî zextên AKP’ê tên. 
 
'Xebatên me asteng dikin' 
 
Hevseroka KESK’ê Aysun Gezen jî destnîşan kir ku xebata wan a mitîngê li Amedê tê astengkirin û got: “Me ji bo mitîngê destûr girtiye. Li gel vê yekê jî xebatên me yên mitîngê li ser muameleya kêfî tên astengkirin. Xebata sendîkayî maf e. Di esasê xwe de yên ji xebata sendîkayê re asteng derdixin sûc dikin. Yên vê van astengiyan derdixin dê li hember hiqûqê hesab bidin.” 
 
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.