'Em hem debara xwe dikin hem jî tenduristiya xwe diparêzin'

  • 09:02 14 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Zelîxe Heyder a ji Hesekê ku pincarên xwezayî dide hev diyar dike ku hem ew tenduristiya xwe bi vî awayî diparêze hem jî pê debara xwe dike û dibêje:"Mirov her çiqas nêzî xwezayê be ewqas ji bo tenduristiyê baş e. Em jî pincarên xwezayî didin hev û li tenduristiya xwe baldar in. Di heman demê de jî çêja pincarên ku em didin hevdu gelek xweş e."
 
Jina bi navê Zelîxe Heyder a ji Bajarê Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bi hevdina pincarên xwezayî hem debara xwe dike hem jî tenduristiya xwe diparêze. Zelîxeya ku pincarên xwezayî dide hevdu û bi çandiniyê mijûl e dibêje:"Pincarên ku em didin hevdu hem xweş e hem jî ji bo tenduristiyê gelek baş e. Mirovan ji gelek nexweşiyan jî diparêzin. Di heman demê de jî em çandiyê dikin û bi vê yekê bextewariya ku em li ser lingên xwe dimînin, em dijîn." 
 
'Xweza ji bo mirovan gelek baş e'
 
Zelîxe Heyder da zanîn ku ew li gor demsalan pincarên cuda yên wekî tolik, pirpar, koksor, tehlik, tirşok dide hevdu û got:"Dema ku ez pincarên cuda didim hevdu û çê dikim ji çêja wê têr nabim. Em her sibeh diçin nav erdan û pincar didin hevdu. Di heman demê de em bi çandiniyê re jî mijûl in. Ez dema ku sola xwe ji pê dikim û lingên xwe dixim nava axê ev gelek ji bo min baş dibe. Ev ji bo min dibe moralek. Her wiha bêhna xwezayê ji bo min gelek girîng e. Çimkî xweza ji bo mirovan gelek baş e. Dema ku ez wiha dikim û pincar çê dikim û dixwim ez êşa xwe ji bîr dikim."
 
'Em hem debara xwe dikin hem jî tenduristiya xwe diparêzin'
 
Zelîxeyê bi lêv kir ku çandinî û hevdana pincaran ne hêsan in lê tevî vê yekê ew dîsa jî vî karî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku ez pincar çê dikim û zarokên min dixwin ez wê zehmetiyê ji bîr dikim. Ez bextewar dibim. Mirov her çiqas nêzî xwezayê be ewqas ji bo tenduristiyê baş e. Em jî pincarên xwezayî didin hev û li tenduristiya xwe baldar in. Di heman demê de jî tama pincarên ku em didin hevdu gelek xweş e.Pincarên ku em didin hevdu hem çêja wê xweş e hem jî ji bo tenduristiyê gelek baş e. Mirovan ji gelek nexweşiyan jî diparêzin. Di heman demê de jî em çandiyê dikin û bi vê yekê bextewariya ku em li ser lingên xwe dimînin, em dijîn."