Mereqa xwe ya zarokatiyê veguherî pîşeyê

  • 09:17 12 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Jina bi navê Azîze Batmaz a di biçûkatiyê de li dijî makîneya dirûnê ya dayika xwe eleqeya wê çêbû her ku mezin bû ev veguhert pîşeyê û dirûnvaniya ku li malê da destpêkirin niha di dukana vekiriye de didomîne. Azîzeyê diyar kir ku tevî ku hevjînê wê piştgirî nedayê jî wê li berxwe daye û got divê bendewariya tu jinê ji mêr tune be.
 
Jina bi navê Azîze Batmaz yek ji jinên ku tevî hemû kodên zayendî aboriya xwe qezenc kiriye. Di temenê biçûk de bi makîneya dirûnê ya dayika xwe dest bi dirûnê dike û niha xwedî dukana dirûnvaniyê ye.
 
‘Min makîneya dirûtinê ji xwe re girt’
 
Azîze diyar dike ku her ku mezin bûye dirûnvaniyê zêdetir bala wê kişandiye û ev tişt vegot: “Ez hêdî hêdî fêr bûm. Piştî ez karê xwe baş hîn bûm, min makîneya dirûnê girt. Min rûyên lihêf û balîfan dirût. Piştre min fîstan dirûtin. Ez ji bo debara xwe dixebitim. Ez lêçûna zarokên xwe derdixim. Tiştekî kêm yên malê digirim.”
 
‘Ez tu car dest ji karê xwe bernadim’
 
Azîzeyê destnîşan kir ku ewil li malê dirûnvanî kiriye piştre jî dukan vekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Makîneya min li malê bû. Min kar li malê dikir. Lê her tim muşterî dihatin malê. Hevjînê min bertek nîşan da. Min jî got ez tu car dest ji karê xwe bernadim. Piştre ez ketim dukanek biçûk. Min dukan sererast kir û soba xwe xistê. Niha ez karê malê diqedînim û diçim dukanê. Hem rehet dixebitim hem jî muşterî rehet in.
 
‘Lastikên fistanan ji 3 TL derket 10 TL’yî’
 
Azîzeyê di dawiya axaftina xwe balkişand ser bandora krîza aborî ya li ser wan û got her tişt biha bûye bi taybet lastika fistanan a berê bi 3 TL bû niha bûye 10 TL. Azîzeyê her wiha bi lêv kir ku divê bendewaritiya tu jinî ji mêran tune be û azadiya aboriya xwe qezenc bikin.