Suheyla xurekên xwezayî pêşkêşî gel dike

  • 09:15 8 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Suheyla Bozdemîr ku berhemên li gund çê dike, tîne şarkuteriya li Wanê vekiriye û pêşkêşî gel dike. Suheyla tu berhemên fabrîkasyonê pêşniyar nake.
 
Suheyla Bozdemîr berhemên keda destê xwe ji gundê Agaçli ya Şax a Wanê tîne Wanê û li dukana xwe ya Kolana Meraşê difroşe. Suheylayê bi lêv kir ku kesên têkiliya wan hîna bi gundan re qut nebûye dest ji berhemên xwezayî bernadin û nifşê me jî wisa mezin bûye. Suheyla wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi berhemên organîk mezin bûn. Niha em dixwazin zarokên me jî wisa mezin bibin. Êdî her tişt ji fabrîqê dertê. Her tişt bi hormon e. Em nizanin çi tevlî xwarinan bûye. Ji ber vê em berhemên organîk pêşkêşî gel dikin.”
 
Suheyla ku ji gundê Feraşîn şîr, mast û penîr aniye, ji gundê Agaçli jî hêk aniye. Her wiha gîhayê xwarina navdar a Wanê Keledoş, cacik, hingiv, sebze û fêkiyên hişk, gelek nebatan tîne dikanê.
 
‘Jin zêdetir tercih dikin’
 
Suleylayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku herî zêde jin berhemên xwezayî tercih dikin û naxwazin zarokên wan xwarinên fabrîkayan bixwin.