Li Çelê jinan dest bi hilbirîna tehînê kir

  • 09:05 7 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
COLEMÊRG - Bi hatina demsala zivistanê re li gundê Biyadirê  jinan li aşê dîrokî dest bi tehîna kunciyan kir. Tehîna ku bi awayekê hevpar tê hilberandin, ji her derê Tirkiyeyê û ji dervêyê welat re tê şandin.  Jinên ku di aş de hilbirîna tehînê dikin diyar kirin ku ew heta hebin ew ê destûr nedin ev kevneşopî û keda bi salan wenda bibe. 
 
Bi hatina zivistanê re li  gundê girêdayî navçeya Çelê  yê Biyadirê jinan li aşê dîrokî dest bi hilbirîna tehîna kunciyan kir. Li heremê bi salane  gundî  di mehên gulanê de tovên kunciyan diavêjin axê û piştî ku kuncî şîn dibin diçinnin û li ber tavê hişk dikin û dikin torbeyan. Tehîna ku sedsalane  bi dest û keda jinan tê hilbirandin, li herêmê bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ye. Jinên ku li aşê dîrokî piştî hêrandina kunciyan bi hewldan û kedek mezin tehînê hildiberînin diyar kirin ku ew bi salane hilbirîna tehînê dikin û gotin ku ew ê tu car dev ji hilbirîna tehînê bernedin. 
 
Xebata hevpar, tehîna bi tam
 
Ji jinan Aliye Keskîn anî ziman ku  ew her sal li gel hatina zivistanê  dest bi hilbirîna tehînê dikin û got ku divê keda sedsalî tu car wenda nebe û wiha axivi;” Em di mehên gulanê de tovên kunciyan diavêjin axê û dema ku kuncî şîn dibin ji aliyê gundiyan ve tên çînin û li ber tavê hişk dikin û dikin torbeyan. Piştî dixin torbeyan ji bo ku kalikên kunciyan vebin bi daran dikutin û li ber ava ku ji gund derbars dibe dişon. Piştre em kunciyên xwe li moxlê dixin û paqij dikîn. Bi rastî heta ku mirov kunciyan dihêre gelek diweste. Ez ji gundê Şînanisê hatime vir. Em tên vir tehîna xwe hildiberînin û piştre vedigerîn gundê xwe. Karê me û xwarina me bi hev re ye. Li vir parvekirineke pir cuda heye. Du kes kunciyan dişon, du kes kunciyan li mexelê dê didin yên din jî hilbirîna tehînê dikin. Ev aş bi salane heye, heta ku em hebîn jî dê hebe.” 
 
‘Em ji her derê Tirkiyeyê û ji derveyî welat re tehînê dişînin’
 
Zeynep Demîr jî bi lêv kir ku ew di zarokatiya xwe de heta niha tehînê hilbirîn  got ku bi salane ji her derê Tirkiyeyê re tehîna kunciyan dişinin û wiha got:”Ji her gundekî welatî tên û dibin mêavnên me û em li vir bi hev re kunciyên ku dikin tahîn dihêrin û em hemû bi hev re alîkariya hev dikîn. Ev aş 115 sal e heye. Bi salane em bi hilbirîna tehînê hem debara xwe dikîn, hem jî ji bo xwe çê dikîn. Tehîna me xwezayî ye. Bi rastî hilbirîna tehînê karê sebrê ye. Tehîna ku em çê dikîn, em ji her derê Tirkiyeyê û ji derveyî welat re dişînîn. Li her derê kiryarên me hene.Tehîna me pir zêde tê ecibandin. Heya ku em hebîn em ê vê kevneşopiyê bidomînîn.”
 
‘Tehin bi kedek hevpar  tê çêkirin’
 
Ayşe Çîçek diyar kir ku  heya ku zivistan dawî dibe ew bi hilbirîna tehînê re mijulin û wiha dom kir;” Em her serê sibehê zû radibîn û dest bi hêrandina tehînê dikîn. Bi salane em her tiştekî di aş de dihêrîn. Ev ked ji berê û heta niha tê dayîn. Em havînan diçîn bajêr û zivistanan tên gundên xwe û dest bi hilbirîna tehînê dikîn. Tehin bi kedek hevpar tê çêkirin. Ger ku kuncî pir zêde bin, em di nava rojê de 10 bîdonên tahîn hildiberîn. Ev e li gorî zêdebûna kunciyan diguhere.”