Mamosteya hat îxrackirin: Şaredariya Bajarê Mezin a CHP’î îxracan erê dike

  • 09:03 6 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
ÎZMÎR - Kedkera perwerdeyê ya bi KHK’ê hat îxrackirin Ebru Dînçer, diyar kir ku şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê pêkanînên ku desthilatdariyê erê dike pêk tîne û wiha got: “Ewil qertên me yên veguhestinê betal kirin. Em ji namzetên şaredariyê re dixwazin derbarê hemû kedkarên hatine îxrackirin de xebatan bimeşînin.”
 
Mamoste Ebru Dînçer bi lêv kir ku hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê helwestek ku ligel desthilatdariyê ye nîşan dide. Ebruyê daxuyakirin ku li Îzmîrê nêzî 200 kedkarên girêdayî KESK’ê û gelek kedkarên ku hatin îdîakirin endamên FETO ne hatin îxrackirin û çawa îxraç pêk hatin şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ewil qertên veguhetinê (KentKart) betal kiriye. 
Ebruyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kedkarên girêdayî Egîtîm Senê ji ber perwerdeya bê pere û zanist daxwaz kirine hatine îxrackirin û tiştê ku şaredariyê kiriye jî damga ‘terorîst’ ya AKP’ê erêkirine.
 
'Divê xizmetek wekhev bê dayîn'
 
Ebruyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Piranî kesên hatin îxrqackirin ji ber krîza aborî zarokên xwe ji saziyên perwerdeyan girtin.Yên ku dixwazin Îzmîrê bi rê ve bibin divê ji bo zarokan kreşên baş û erzan vebikin. Daxwaza me ev e. Navendên CHP’ê yên ciwanan tenê xizmetê dide ciwanên CHP’ê. Divê ji bo zarok û ciwanan qadên jiyanê bên vekirin. Divê xizmetek wekhev bê dayîn.”
 
‘Divê stargeh bên vekirin’
 
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên jinan ên li Îzmîrê û got hejmara stargehan gelek kêm in û jin di alî ewlehiyê de xwe nikarin bigihînin cihekî, divê ji bo jinan stargeh bê vekirin. Ligel vê bi lêv kir ku divê ji bo welatiyên astengdar jî faaliyetên civakî bên zêdekirin û derfetên veguhestinê bên dayîn.