Karkerên grîpîn yekem car di grevê de ne

  • 09:03 3 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
Safiye Alagaş
 
STENBOL - 82 karkerên di Grîpîn Îlaç A.Ş de dixebitin û nîvê wê jin in, ji ber di hinek mijaran de bi xwediyê şîrketê re li hev nekirine, li ber fabrîqê di grevê de ne. Di fabrîka 23 salan de karker cara yekem dikevin grevê û diyar dikin ku ew mafên xwe dixwazin.
 
Grîpîn Îlaç A.Ş li Avcilar a Stenbolê 23 sale hilberînê dike. Li fabrîqê 82 kes dixebitin û nîvê wê jin in. Kargerên niha di grevê de ne diyar dikin ku heta zema diwazin neyê kirin wê dest ji grevê bernedin.
 
Karkeran ji sedî 25 zem xwestin û patronan jî ji sedî 17 pêşniyar kirin. Karkeran ev qebûl nekirin û dest bi grevê kirin.
Vîldan Ozgur a 11 sal e li fabrîqê xebitî û piştre teqawît bû, ji bo piştgiriyê hatiye cem karkeran û wiha got: “Krîzê jiyan zehmet kiriye. Rewşa karkeran zehmet e. Karker li malbatê dinêrin, kirê, avê, gaza xwezayî didin. Wê heta ku derê bidome. Ji xwe kirê di bin hezar û 500’î de tune ye.”
 
‘Zem kêm tê kirin’
 
Nuray Yilmaz a 23 sal e di fabrîqê de dixebite wiha got: “Gelek tişt heye ez bêjim lê nikarim vebêjim. Me ji sedî 25 zem xwest lê ev jî kêm e. Lê patron vê zêde dibîne. Sala borî jî ji sedî 17 zem kir. Şertên jiyanê me didin zorê.”
 
Guleser Akin jî ku ew jî 22 sal e dixebite, bi lêv kir ku ew zemê dixwazin lê nayê cih û got neçar mane biçin grevê.
Endama Meclîsa Jinan a Karkeran Fîdan Ataselîm jî nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku nîvê karkerên di grevê de jin in û got karkerên Metalê çawa qezenç kirin wê karkerên grîpînê jî bi vî awayî teqez bi ser bikevin.