Hem hildiberînin hem debara xwe dikin

  • 09:18 2 Kanûn 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên ev 4 sal e li serayê dixebitin û bi firotina sebzeyan debara xwe dikin di heman demê de ji van sebzeyan berhemên cur bi cur bidest dixin.
 
Beriya qeyûm li Wanê di bin banê Şaredariya Îpekyolê de nêzî 4 sal berê ji bo malbatên rewşa aboriya wan nebaş sera hatibû avakirin. Sereya li taxa Şerefiye hat avakirin, jin tê de dixebitin. Jina bi navê Perîşan Abî ya 4 sale li serayê dixebite diyar dike ku bi keda xwe hildiberînin û bi jinan re demê derbas dikin.
 
‘Em sebzeyên bi hormon bikar naynin’
 
Perîşan destnîşan dike ku ji bo debara xwe di serayê de dixebitin û di meha tebaxê de firingî, îsot, xiyar, pîvaz û balcanan diçînin û di meha mijadar û kanûnê de difroşin û ev tişt anî ziman: “Em van berhemên cuda jî çêdikin. Em tirşiyê jî çêdikin. Em hişk dikin. Em firingiyan rende dikin û di cemedankê de vedişêrin. Em zivistanê di xwarinan de bikar tînin. Em tiştên bi hormon naxwin.”
 
‘Gundê min tê bîra min’ 
 
Perîşanê her wiha daxuyakirin ku dema li Serayê dixebite gundê wê tê bîra wê û bi lêv kir ku jinên dixwazin bixebitin bila bên bixebitin û hem debara xwe bikin hem jî sebze ji bo xwe kom bikin.
 
Jina bi navê Delal Gul jî destnîşan kir ku ligel hilberandinê xebata bi jinan re gelek xweşe û got ew karê xwe gelek girîng dibîne.