Ji doktoran li dijî pêşnûmeyê bertek: Binpêkirina herî mezin a cîhanê ye

  • 09:17 15 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Doktoran diyar kirin ku ‘Pêşnûmeya şîdeta di tenduristiyê de’ ji parastinê wêdetir ceza dike û wiha gotin: “Destilatdarî kedkarên tenduristiyê bê îtîbar dike. Ev binpêkirina herî mezin a xebatê ya cîhanê ye. Wê nikaribin mafên me tune bikin. Em ê destûr nedin ku ev qanûn derbas bibe.”
 
‘Pêşnûmeya Qanûnî ya derbarê hinek qanûnên derbarê Guherînên Tenduristiyê de’ di demên dawî de di Komîsyona Meclîsê de hat qebûlkirin û şandin Lijneya Giştî. Bertek û çalakiyên kedkarên tenduristiyê û rêxistinên pîşeyî didomin.
Doktorên li Stenbolê diyar kirin ku wê destûrê nedin pêşnûme di meclîsê de derbas bibe.
 
‘Pêşnûme ji parastinê wêdetir ceza dike’
 
Doktora beşa lezgîn Çîgdem Arslan got li dijî xebatkarên tenduristiyê her cureyê şîdetê pêk tê û got pêşnûmeya di rojevê de ye ji parastinê wêdetir ceza dike û got : “Hekîmên bi KHK’ê hatine îxrackirin, ji pîşeyê beralî dike. Ev jî rê li ber binpêkirina kedê vedike. Dema em peywira xwe dikin em nexweşên xwe li gorî nêrînên îdeolojîk cuda nakin. Em di jiyan taybet de çi biparizên jî, nêrînên me çibin jî em pîşeya xwe îcra dikin.”
 
‘Em ê destûr nedin ku qanûn derbas bibe’
 
Doktora zarokan Çagla Seven jî destnîşan kir ku heta niha sererastkirinên hatine kirin pêşî li şîdetê negirtine û wiha got:” Şîdet bi vê qanûnên ji nû ve zêde dibe. Li tu derê cîhanê tiştek wisa nehatiye dîtin. Di bin navê lêpirsîna ewlehiyê de doktor ji pîşeya wan tên kirin. Lê em dibêjin wê nikaribin mafên me bigirin. Em ê destûr nedin ku qanûn bikeve meriyetê.”
 
Doktor Suheyla Agkoç jî diyar kir ku wezîrê tenduristiyê jî gotinên ku xebatkarên tenduristiyê bê îtîbar dike bi kar tîne.