Di nava jiyana xebatê de jin û zehmetî

  • 09:12 15 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên neçar dimînin di şert û mercên ne baş de bixebitin, ji ber pêşdarazên civakê nikarin tacîza ku pê re tên rû hev jî vebêjin û wiha got: “Em hewl didin ku pêşî li tacîz û tundiyê bibirin.”
 
Sacîde Kizilay ku piştî zanîngeh qedand di qada xwe de kar nedît, bi hevalên xwe re kafeyek vekir û ev 4 sal e kafeyê dixebitînin. Sacîdeyê diyar kir ku tevî her tiştî ew hedef dike ku li ser piyan bimîne û bê cihekî.
 
‘Krîza aborî pirsgirêka hemû esnafane’
 
Sacîdeyê wiha got: “Ligel bazirganiya jintiyê em li dijî krîza aborî jî têdikoşin. Berê pir qerebalix bû kafe û ev du mehe ne wek berê ye. Em niha nikarin kirê bidin. Em nikarin hewcedariyên xwe jî bigirin. Jinên li kafeyan dixebitin jî rastî tacîza mêran tên. Em nikarin van tacîzan bînin ziman. Tê veşartin. Ji ber civak vê li me ferz dike. Em fikarên heyî nikarin hilweşînin. Tevî vê zehmetiyê em hewl didin ku pêşî li tacî z û tundiyên bibirin.”
 
Sacîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jinên di qada kar de rastî êrîşa zayendî û şîdetê tên, nikarin bînin ziman û got divê beriya her tiştî zîhniyeta mêran bê guhertin.
 
12 saetan li ser piyan dixebitin
 
Hasret Noter jî ku li mexezaya cil û bergan dixebite diyar kir ku ew sibehê saet di 09.00’an de tên cihê kar û heta 21.00’an dixebitin û wiha got: “Em her tim westandîne. Ji ber em sibehê heta êvarê li ser piya ne. Malbat naxwaze ez bixebitim lê ji ber hewcedariyan neçarim bixebitim.”
 
Jina bi navê Cahîde Sakar jî ku 3 sale li mexezeya cil û bergan dixebite jî bi lêv kir ku tevî zêde mesayiyê dikin jî pereyekê zêde nadinê û got ew rsatî mobînga karsazan jî tên. Cahîdeyê wiha got: “Em rastî tacîza gotinî ya muşteriyên mêr tên. Lê em vê nikarin ji xwediyê kar re bêjin. Ji ber nîqaşek derkeve ji kar derdixin. Ez berê li kafeyê dixebitîm. Li wir jî em rastî tacîza muşteriyan dihatin. Em nikarin tacîzê ji xwediyê kar re bêjin.”