Gonul Erden: Pêşnûmeya tenduristiyê xebata ‘kaçax’ ferz dike

  • 09:14 14 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya wek ‘mizginî’ ji bo kedkarên tenduristiyê hatiye pêşkêşkirin, her xala wê dij hiqûqê ye û wiha got: “Tevî ku dibêjin pêşnûmeya şîdetê ya di tenduristiyê de jî, derket holê ku pêşnûme bixwe şîdet e. Xebata kaçax li hekîman ferz dikin. Desthilatdarî li welatiyên xwe xebatê qedexe dike û sûc dike.”
 
Yekîtiya Tabîbên Tirk û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), li dijî ‘Pêşnûmeya Qanûnê ya der barê Guherîna Biryarnameyên Hukmên Qanûnê û hinek Qanûnên der barê Tenduristiyê de li Enqereyê hatin cem hev. Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku ew dixwazin bijîn û bidin jiyîn û daxwaz û îtîrazên xwe anîn ziman.
 
Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden pêşnûme ya qanûna li Lijneya Giştî ya Meclîsê ye nirxand.
 
‘Pêşnûme bixwe şîdet e’
 
Gonulê got pêşnûmeya wek ‘mizgînî’ hatiye pêşkêşkirin hemû xalên wê dijhiqûqî ne û wiha got: “Ji 44 xalan pêk tê. Em ji her xalekê cuda cuda îtîraz dikin. Tevî dibêjin ‘pêşnûmeya di tenduristiyê de şîdet’, derket holê ku pêşnûme bixwe şîdet e. Bi taybet xala 5’an. Hevalên me yên hatin îxrackirin û di lêpirsîna ewlehiyê de ne, xebata wan a di cewawerî de hat astengkirin.”
 
Gonulê balkişand ser xala ku xebatkarên tenduristiyê yên hatine îxrackirin nikarin li nexweşxaneyan bixebitin jî û got li Tirkiyeyê nexweşxaneya ku bi SGK’ê re li hev nekiriye tune ye û wiha got: “Ew jî nexweşxaneyên diyarkirî yên taybet in. Yanî vê dibêjin ji me re ‘Em mafê we yê xebatê ji we digirin, em birçîbûn û mirinê li we ferz dikin’. Me derbarê vê de 10 roj e çalakî pêk anî. Me ev îfade kir;" Em vê pêşnûmeyê nas nakin. Hekîman bi salan xwendin û bi mafên xwe qezenc kirin. Lê ji pîşeya xwe hatin îxrackirin. Niha bi qanûna hatiye derxistin pîşeya wan ji destê wan tê girtin. Em teqez vê pêşnûmeyê nas nakin. Em ê li dijî vê pêşnûmeyê ji bo ku di meclîsê de derbas nebe, têbikoşin."