'Divê jin bi hêza xwe bawer bin'

  • 09:02 3 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
Stêrvan Bêrîtan
 
MINBIC - Jina bi navê Eyşa Derwêş a dikandar ku li Minbicê dijî diyar kir ku jin di xwezaya xwe de xwedî hêz îradeyek mezin in û got:"Divê jin bi hêza xwe bawer bin, destên xwe li ber tu kesî veneke û bikaribe li ser piyên xwe bisekinin."
 
Eyşa Derwêş a temenê wê 47 salî ye û dayika pênc keç û du kuran e ev bû çar sal in ku dikandariyê dike û debara xwe dike. Eyşayê anî ziman ku ew gelek bextewar e ku debara xwe bi destên xwe dike û got:"Me gelek zehmetî li Minbicê dît. Berî şoreşa rojava li vir jiyan ji bo hemû jinan gelek zehmet bû. Her wiha êrîşên DAÎŞ'ê jî jiyan gelek dijwar kir. Em tevî hemû zehmetiyan niha li berxwe didin."
 
'Ez ji rûniştinê hez nakim'
 
Eyşayê da zanîn ku dema ew li malê rûdinê û tu karî nake gelekî aciz dibe û wiha got:"Bi rûniştinê mirov xwe nikare pêş bixe. Loma ez ji rûniştinê hez nakim. Xebat ne şerm e ya şerm ew e ku mirov destên xwe li ber kesan veke. Jin ger ku bixwaze dikare bixebite û di her karî de serkeftî be. Ji ber ku vîna wê heye û kesekî xwedî vîn dikare her karî bike. Jin xwedî vîneke mezin e û dikare di her milê jiyanê de rola xwe bilîze. Gerek mirov ne pozbilind bin. Her kes li gor hêz û kesayeta xwe dikare bixebite û îro jin jî bi hêza xwe dixebite. Muşteriyên min piraniya wan jin in ji ber ku jin xwe li gel min rihet hîs dikin."
 
'Çar dîwar ji bo jinê nabe, divê ku jin çalak be'
 
Eyşayê da zanîn ku zihniyeta baviksalarî tenê karê malê û xwedîkirina zarokan li ser jinê ferz dike lê divê hemû jin vê ferasetê ji holê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê jin bi hêza xwe bawer bin, destên xwe li ber tu kesî veneke û bikaribe li ser piyên xwe bisekinin. Çar dîwar ji bo jinê nabe, divê ku jin çalak be.Me gelek zehmetî li Minbicê dît. Berî şoreşa rojava li vir jiyan ji bo hemû jinan gelek zehmet bû. Her wiha êrîşên DAÎŞ'ê jî jiyan gelek dijwar kir. Em tevî hemû zehmetiyan niha li berxwe didin. Banga min ji bo hemû jinan ew e ku li dijî zehmetiyan têbikoşin, bixebitin û li ser piyên xwe bisekinin."