'Armanc dikin ku heta hilbijartinê bandora krîzê bi sînor bikin'

  • 09:09 2 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
Habîbe Eren
 
ENQERE- Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku AKP ji bo hilbijartinên herêmî niha fatura krîzê bi awayekî herî giran li gel nabire lê piştî hilbijartinê, di hedefa lêçûnên cemawerî de xizan û karker hene.
 
Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku AKP hewl dide heta hilbijartinên herêmî krîzê bi sînor bike û veşêre lê piştî hilbijartinan wê faturaya wê li xizan û karkeran bê birîn.
 
Guneşê gotinên desthilatdariyê yên der barê aboriyê de di 16 salan de anîne ziman bi bîr xist û wiha got: “Piştî krîza 2008’an de şûnde welatên pêşketî bi mîlyaran dolar bi faîzên kêm da şîrketan. Binê aboriyê tê dîtin. Sermaye li pey zêdekirin kâra xw eye. Berê xwe da aboriyên ku zêdetir faîzê didin wan. Lê di vê demê de di 2013’ande Bankaya Navendî ya DYA’yê diyar kir ku ew dest ji polîtîkaya faîza kêm û birehbûna pere ya FED’ê berdidin. Wateya vê jî dihat kêmbûna pereyê germ ya diçe ji aboriyên pêşketî re. Wisa jî bû.Ji 2013’an şûnde welatiyên girêdayê pereyê germ, aboriya wan xera bû.”
 
‘Berpirs Erdogan û AKP ye’
 
Guneşê destnîşan kir ku welatên ku kêm zirar dîtine jî hene û wiha got: “Lê Tirkiye her tim di zirarê de bû û di vir de piştgiriya desthilatdariyê jî heye. Dema pereyê germ hat ji bo hilberandinê venqetandin. Piştî FED’ê got her tişt hat birîn şûnde di vî alî de pêngav nehatin avêtin. Yanî sedema vê tabloyê AKP û Erdogane. Niha jî dixwazin fatura wê ligel bibirin. Niha rewş ne başe. Her çiqas daneyên eflasyonê bên veşartin jî wê ev rastî skûra Tirkiyeyê bernedin.”
 
‘TL ji sedî 50 nirx winda kir’
 
Guneşê anî ziman ku daneyên enflasyonê ji sedî 25, endeksên hilberîneran jî ji sedî 46 e û got her çiqas kampanyaya dolar ketiye bê kirin jî TL li dijî dolar ji sedî 50 nirx winda kiriye û ev tişt got: “Dethilatdarî her çiqas şîdeta krîzê zêde bike û pêvajoya berhevkirinê bide zorê jî rastiyên kapîtalîzmê yên nikare dest jê berde hene. Li aliyekî jî Berat Albayrak li aliyekî Erdogan ji bo dîtina pere ketine nav tevgerê. Serokê giştî yê AKP’ê her çiqas krîzê nede ser zimanê xwe jî, welat her diçe dikeve krîzek giran. Fikara Erdogan ne valaye. Em vê dizanin. Derdê AKP’ê eve ku heta hilbijartinan vê bi sînor bike û piştre jî wê tofan be.”