Ji berxwedêran Flormarê bang

  • 09:04 2 Mijdar 2018
  • Ked/Aborî
STENBOL - Berxwedêra Flormarê Ayşe Ozturk bang li jinên li Flormar û Yves Roche dan û stanê dikin kir û got: “Dema jin diçin wan mexezayan bila jinên li fabrîkayan dicemidin bifikirin. Me bi xebatê ji sedî 42 cîro dabe, ji sedî 42 yên bi kar anîn dan qezenckirin. Xwedî li berxwedana me derkevin ku bila zêdetir keda jinê neyê binpêkirin.”
 
132 karkerên bi hinceta endamê Sendîkaya Petrol-Îş’ê ne ji fîrmaya kozmetîkê ya Flormarê ya Herêma Sanayî ya Organîze ya Gebezeyê ji kar hatin derxistin, ji 15’ê Gulanê heta niha li ber fabrîkayê çalakiya xwe didomînin. Jinên çalakger diyar dikin ku ew dest ji têkoşîna xwe bernadin. Berxwedan ket meha 7’emîn û ji ber di çapemeniya neteweyî de zêde derneket, agahiya kesî ji boykotkirina markayên Flormar û Yves Roche tune ye. Berxwedêra flormarê Ayşe Ozturk diyar kir ku wê tevî şert û mercên zivistanê jî çalakiya xwe bidomînin û banga boykotê li jinan kirin.
 
'Naxwazin me bibînin'
 
Ayşeyê diyar kir ku çalakiya wan di kanalên neteweyî de nayê dîtin û wiha got: “Naxwazin me bibînin. Li wir têkoşîna kedê heye. Têkoşîna mirovan a vegerin karê xwe heye. Armanca me em bibin endamên sendîkayê. Kesên 8 sale dixebitin jî hîna pereyê asgarî digirin. Ji bo rewşa me baş bibe em bûn endamên sendîkayê. Ji ber em bûn endamên sendîkayê em ji kar derxistin. Gotin ‘endamê rêxistina derveyê qanûnê ne’. Sendîka di 52’emîn xala Destûra Bingehîn de heye. Qêrîna me ji bo têkoşîna nanê me ye.”
 
‘Yên behsa edaletê dikin bila li ber flormarê binêrin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku bi mehane bê navber têdikoşin û wiha pê de çû: “Ev cara yekemîn e ku evqas kes hatine cem hev û em wisa hêsan dest jê bernadin. Malbatên di nava krîzê de ne hene. Hem ji malbatan hem ji dedorê zext hene. Dibêjin berxwedanê biqedînin. Yên behsa edaletê dikin bila bên li ber flormarê binêrin. Ka edalet?”
 
Ayşeyê bang li kesên ku ji flormar û Yves Roche dan û stanê dike kir û got dema ew dikevin wan mexezayan bila jinên li fabrîkayan dicemidin li ber çavan bigirin û got banga piştgiriya jinan kir.