‘Erdogan dibêje krîz tune ye, lê em nikarin komirê bikirin’

  • 09:14 30 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
WAN - Jinan bertek nîşanî bihayê komirê ku ji ber krîzê zêde bûye, dan û wiha gotin: “Erdogan dibêje krîz tune ye. Lê em ji kûrahî hîs dikin. Em ji bo zivistanê nikarin komirê bikirin. Em ê vê zivistanê hemû bicemidin. Wê li Wanê hemû zarok nexweş bikevin.”
 
Ji ber krîza aborî her tişt hat zemkirin û bi hatina zivistanê re bihayê sotemeniyan jî pir biha bû. Komira ku li ser dolar tê, ji ber TL nirxa xwe winda kiriye, komir jî biha bû û gel di kirîna komirê de zehmetiyan dikşînin. Li Wanê komira ku divê di meha 9’emîn de bê girtin, hîna kes nikare bikire. Sala borî bihayê tonek komir hezar û 200 bû. Îsal 500-600 TL zêde bû. çewalê komira ku 25 kîlo ye jî bi 45 lîrayî tê firotin. Tona êzingan jî 900-100 TL ye.
 
‘Bihayê komirê pir zêde bûye’
 
Jina bi navê Evîn Yacan a li taxa Hacibekîr a Îpekyol a Wanê dijî, di xaniyê bi sobe de dijî û gotina Tayyîp Erdogan a ‘krîza aborî tune ye’ bibîr xist û got berovajî vê gel pir zêde krîzê hîs dike. Evînê bi lêv kir ku hîna komir negirtine û bihayê wan gelek zêde ye.
 
‘Desthilatdariyê krîz ava kir’
 
Evînê berteka xwe wiha anî ziman: “Hevjînê min karker e. Butçeya me tune ye. Mehane 850 lîra tê mala me. Xaniyê me kirê ye. Em 400 lîra didin kirê. Du zarokên min diçin dibistanê. Her tişt biha bûye. Berê tup 70 lîra bû û niha 110 lîra ye. Li bazarê kîloyek firingî 6-7 lîra ye. Sala borî tonek komir 100 TL bû îsal bûye 1800-1900. Kes nikare bikire. Gelek malbatên ji Sûriyeyê hatine di kon de dijîn. Ew çawa komirê digirin. Em ê hemû îsal hemû bicemidin. Wê hemû zarok nexweş bikevin.”
 
‘Me di cotmehê de dest bi vêxistina sobeyê kir’
 
Jina bi navê Leyla Aslan jî destnîşan kir ku ji ber zarokên wê yên biçûk hene, tonek komir ji bo wê têr nake û wiha got: “Em neçar dimînin 2 tonî bigirin. Me di navîna meha cotmehê de dest bi vêxistina sobeyê kir. Li Wanê zivistan dirêj in. Ji bo zarokan em sibeh û êvaran vêdixin. Lê ji ber bihayan hîna me komir negirtiye. Em difikirin ku çawa komirê bigirin. Ji ber dolar her tişt biha bûye. Em ji krîzê gelek bi bandor dibin. Ev zivistan wê gelek zehmet derbas be. Em ji ber bihayan nikarin tiştekî bikirin.”