Komxebata 'KHK û Keda Jinê' dest pê kir

  • 12:10 27 Cotmeh 2018
  • Ked/Aborî
ENQERE - Komxebata 'KHK û Keda Jinê' dest pê kir. Axaftina destpêkê ya komxebata ku ji aliyê SES'ê ve tê lidarxistin ji aliyê Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden hat kirin. Gonulê got:"Demek dirêje ku ev rejîma li Tirkiyeyê ya yekperest êrîşî jinan dike. Lê em ê tevî hemû zehmetiyan dev ji soza xwe bernedin. Li dijî vê sîstemê em ê li berxwe bidin."
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) li Eywana Konferansê ya Otela Akar Internetionalê Komxebata 'KHK û Keda Jinê' li dar xist. Li eywana ku komxebat  pêk tê pankartên "Jin  jiyan azadî", "Dê KHK biçin em ê bimînin" hat daliqandin. Gelek endamên sendîkayê beşdarî komxebatê bûn. 
 
Axaftina destpêkê ya komxebata ku ji aliyê SES'ê ve tê lidarxistin ji aliyê Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden hat kirin. Gonulê got:"Em dîsa di pêvajoyek dijwar de îro li ba hev in. Ji bo em bi hev re vê pêvajoya dijwar derbas bikin em li vir in."
 
'Vê sîstemê her dem êrîşî jinê kiriye'
 
Gonulê diyar kir ku ev sîstem ji jinê birêxistinkirî ditirse û wiha got:"Vê sîstemê her dem êrîşî jinê kiriye. Ji hêza jinê ditirsin. Lê em ê tevî hemû zehmetiyan dev ji soza xwe bernedin. Li dijî vê sîstemê em ê li berxwe bidin."
 
'Ji bo em ji nava vê kaosê derkevin divê em xwe bi rêxistin bikin'
 
Gonulê wiha domand:"Jinan ji kar diavêjin an jî di karên herî xirab de didin xebitandin. Ji bo sermayeyê her dem jin di karên erzan de hatiye xebitandin. Li ser vê yekê mêtingerî zêdetir bûye. Ji bo em ji nava vê kaosê derkevin divê em xwe bi rêxistin bikin."
 
'Niha civak bi rûyê kapîtalîzmê yê dijwar rû bi rû ye' 
 
Piştre Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey axivî û got:"Komkujiya 10'ê Cotmehê, qedexeyên derketina derve, helwdana derbeyê, lêpirsînên ku dawiya wan nayê, KHK, binçavkirin, girtin jiyana civakê gelekî dijwar dike. Reklamên AKP'ê yên aramiyê bi dawî bû. Niha civak bi rûyê kapîtalîzmê yê dijwar rû bi rû ye. Li dijî vê sîstema dijwar û kapîtalîzmê divê em jin hêza xwe bikin yek."
 
'Em li dijî vê sîstemê serî natewînin'
 
Endama MYK'a Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gulistan Atasoy jî wiha got:"Jin li dijî zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar sal e ku didome li ber xwe dide û li nasnameya xwe xwedî derdikeve. Em bi salan e ku bi êrîşên hovane rû bi rû dimînin. Em li dijî sîstema ku di qada cemaweriyê de jî mudaxaleyî jiyana me dike, li berxwe didin. Ji bo vê yekê divê em bêtir bên gel hevdu û ji hev hêzê bigirin. Em li dijî vê sîstemê serî natewînin."